Hevkariya Elmanya ya sûcê li Efrîn nîşan didin!

Bi armanca balê bikişînin ser sûcên şirketên çekan ên Elmana ya dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, li stasyona trenê ya li Berlînê afîşa ‘Afrîn-Made in Germany’ hate hildan.

Li Elmanyayê organîzasyonên li dijî şer û aligirên aştiyê kampanyayeke bi navê ‘Çalakiya qîr bikin-Bazirganiya çekan bidin sekinandin’ dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ji bo balê bikişînin ser hevkariya şirketên Elman a çekan a li gel Tirkiye û Siûdî Erebîstanê, afîşên ku dagirkeriya li Efrîn û dîsa bajarên Adden û Saada yên li Yemenê afîş hildan.

Afîşên yek li ser li bajarê Efrîn ê Rojavayê Kurdistanê artêşa Tirk û çeteyên wê wesayîtek dişewitîne, li Adenê jî malek û li Saadê jî zarokekî mexdûrê şer li xwe girtî li paytext Berlînê li rawestgeha metro ya bi navê ‘Französische Straße’ ya ku avahiyên hikûmetê lê ye hatin daliqandin.

Afîşên ku wê heta 17’ê Hezîranê hilawistî bin, bi afîşan bandoriya bazirganiya çekan a Elmanya bê ka encamên çawa li cîhanê bi xwe re tîne vedibêje. Kampanyaya ku bi taybet daxwazê dike ku di serî de li Tirkiye û Siûdî Erebîstan û welatên din ên şer dikin, Hikûmeta Federal ambargoyeke ku firotina çekan qedexe dike bixe meryetê û bi taybet balê dikişîne ser dagirkeriya li Efrînê.

ÇIMA DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ HATE HILBIJARTIN?

Ji rêveberên kampanyayê Jurgen grasslîn got: “Bazirganiya çekan a Elman li herêmên şer zextê, şidet û dagirkeriyê bi xwe re tîne. Di dema dagirkeriya Tirk a li Efrînê de hiqûqên navneteweyî hatin binpêkirin û wêneyên tankên leopar vê rewşê bi vekirî radixe ber çavan.”

-Tirkiye di operasyonên dagirkirina Efrînê de tankên bi tîpa Leopard2A4 a şirketa Kraûss-Maffeî Wegmann dihilberîne bikar anî. Firotina van tankan a ji sala 2005’an û vir ve bê ku sînorek bê danîn tê firotina Tirkiyeyê. Di rewşa heyî de artêşa Tirkiye ji artêşa Elman zêdetir xwedî tank in.

-Gelek caran di dîmenan de derketin holê tankên ku artêşa Tirk li Bakurê Sûriyeyê bi cih kirin ji aliyê wesayîtên barhilgir ên leşkerî ve hatine sewqkirin. Ev wesayîtên leşkerî yên sewqkirinê jî, wesayîtên ji aliyê Mercedes ve tên hilberînin.

-Di dema dagirkeriya Efrînê de leşkerên Tirk HK 33 bikar anîn. Ev çek versyonek ji G3 ye, ji aliyê fîrmanya  "Heckler & Koch" bi dayîna lîsansên Tirkiyeyê dihilberîne.

-Dîsa amûrên guleya topan diavêje û motorên tankan ên artêşa Tirk li Sûriyeyê bi cih kirî, ji aliyê fîrmaya MTU ya Elman ve tê hilberandin.