'Halîl Guneş ti carî dest ji têkoşînê berneda'
Hevalên Halîl Guneş, ku sala 2021'ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku li gel gelek nexweşiyan jî dest ji têkoşînê berneda.
Hevalên Halîl Guneş, ku sala 2021'ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku li gel gelek nexweşiyan jî dest ji têkoşînê berneda.
Mahsûm Koyûn anî ziman ku ji ber nexweşiyê 29 salên girtîmayinê ya Halîl Guneş gelekî giran derbas bû û got, "Ya rast bi saya Halîl Guneş û hevalên din ên şehîd em hîn bûn ku bimeşin."
Halîl Guneş ku sala 1990'î tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, di sala 1993'an de dîl hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) a wê demê ve bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hate cezakirin. Li gel ku nexweşê kanserê bû û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, nehate berdan û ji girtîgehekê ber bi girtîgeheke din ve hate sirgûnkirin. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a li Amedê di sala 2014'an de rapora 'nabe li girtîgehê bê hiştin' da Guneş. Lê belê Saziya Tİpa Edlî (ATK) rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' da. Halîl Guneş salek beriya bê berdan, di 15'ê Kanûna 2021'ê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi Hejmara 2'emîn a li Amedê li hucreya ku bi tenê dihate hiştin jiyana xwe ji dest da. Halîl Guneş 29 salan serê xwe li ber dijmin netewand, êşa xwe nîşanî kesî neda û bi têkoşînê timî keniya.
Hevalên Halîl Guneş ên bi wî re li girtîgehê bûn ji ANF'ê re axivîn.
JI GELEK HEVALAN RE BÛ MÎNAK
Mahsûm Koyûn diyar kir ku ji ber nexweşiyê 29 salên girtîgehê ji bo Halîl Guneş gelekî bi êş û giran derbas bû û got, "Bi nexweşiya kanserê ya kezeb û hestî bû. Hevalekî welê bû ku li hemberî van nexweşiyan li ber xwe dida û hewl dida li ser bingeheke rast bijî. Nexweşî ji xwe re nekir bahane, ti carî xwe ji karên îdeolojîk-polîtîk û rêxistinî neda alî. Ji ber vê yekê li girtîgehê ji gelek hevalan re bû mînak. Bi wî re ruhê ARGK'ê hebû, xwedî berxwedaneke mezin bû. Bandoreke mezin li hevalên ji salên 1990'î û vir ve li girtîgehê ne, kir. Xwedî temsîliyeteke xurt bû. Şoreşgerek bû ku xwe baş perwerde kiribû. Şopdarê tevgera Rêbertî, şervan û kedkar bû. Bi vî rengî hevalekî kûr bû. Ti carî dest ji nivîsandin û xêzkirinê berneda. Bi wî re demekê em li Girtîgeha li Amedê man. Ji bo min avantaj bû ku bi hevalê Halîl re li heman girtîgehê mam; gelek tevkarî li me kir. Di pêvajoya guherîn û veguherînê de hewl da paradîgmaya nû rast bide fêhmkirin û li girtîgehê pêşengiya îdeolojîk a tevgerê kir."
KEDEKE MEZIN DA
Koyûn ragihand ku ji bo xwedîderketina li mîrateya Halîl Guneş û dewamkirina têkoşîna wî, ew dixebitin û got, "Bandoreke cidî li me kir. Di her karî de rê û rêbaz hîn dikir û ev yek tê bîra me. Bêguman bandora ku li me kir, bû sedem ku jiyana me bi rêxistin bibe. Divê mirov hewl bidin ku hêjayî hevalê Halîl û şehîdên weke wî bibin. Hewldan têrê nake. Hevalên şehîd ji bo me kedeke mezin dan. Lewma ji bo xwedîderketina li keda wan em têdikoşin. Em hewl didin ku bi rêya nirxên van hevalan hîn bêhtir xizmetê bikin. Ya rast bi saya hevalê Halîl Guneş û hevalên din ên şehîd em hînî meşê bûn. Hevalê Halîl hevalek bû ku li girtîgehê gelekî jê dihate hezkirin. Heval hemû dixwestin tevlî perwerdeyên wî bibin. Bandoreke mezin li girseyê dikir. Bandor li dijmin jî dikir; hem tirs hem jî hurmet. Lewma hevalê Halîl kesayetekî welê bû ku gardiyanan hemû hurmet nîşanî wî didan. Bi sekna xwe bûbû cihê hurmetê. Hevalê Halîl digot, 'PKK ew dever e ku terbiye û hurmet lê mezin e'. Ev yek di pratîka xwe de nîşan dida. Armanc û hêviyên wî yên azadiyê hebûn. Bi hêvî bû û dixwest careke din bigihêje kolanên Amedê, bigihêje çiyayên Kurdistanê. Dilê wî karîbû ewqasî li ber xwe bide."
RUHÊ WÎ YÊ TÊKOŞÎNÊ HÊZ DA ME
Akin Bîrdal jî anî ziman ku ruhê têkoşînê yê Halîl Guneş hêz da wan û got, "Carna mirov nizane ku li ku derê li mirovên bi namûs rast bên. Di 1'ê Gulanê de, di 1'ê Îlonê de, li Newrozê, yan jî li xwepêşandanên li kolanan. Me Halîl Guneş jî li girtîgehê nas kir. Nûnerê me yê koxûşê bû û her tişt dikir. 32 salî bû, mezinê malbateke Ereb a ji Edeneyê ya ji 6 zarokan bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîse di asteke serketî de qedandibû. Di pola dawî ya zanîngehê de tevlî rêxistinê bûbû. Li çiyê, li deştê, li girtîgehê li ku dibe bila bibe xwe nîşan dabû, di her firsendê de dixwend, dinivîsand. Helbestvan bû. Endamê rêya zehmet bû û di dawiyê de nexweş ketibû. Weke girtiyên din ên nexweş, nehat dermankirin û nexweşî lê giran bû. Di 15'ê Kanûna 2021'ê de piştî 29 salan ku salek ji berdana wî re mabû li Amedê dema ku tecrîdkirî bû jiyana xwe ji dest da. Ji bo me kêffxweşiyeke mezin e ku Halîl nas kir, lê windahiya me jî ewqasî mezin û giran bû. Me li Edeneyê serdana malbata wî kir. Dayik, xwişk û birayên wî bi salan bi hesreteke mezin li benda Halîl bûn."