Greva birçîbûnê ya li Lavîroyê di roja 36'an de ye
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, greva birçîbûnê ya penaberên Kurd ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 36'an de ye.
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, greva birçîbûnê ya penaberên Kurd ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 36'an de ye.
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, greva birçîbûnê di roja 36'an de ye, ku ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîda li Îmraliyê pêk tê.
Çalakî bi koma 8'an dewam dike. Ji çalakgerên ku bi merasîmekê li hewşa kampê dest bi grevaê kir Firat Serhat diyar kir ku armanca wan azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ye.
Firat Serhat got, "Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dewam dike. Ev çalakî wê teqez bi ser bikeve. Bi vê bawerî û têgihiştinê em çalakiyê dikin. Çalakiya me wê heta encamgirtinê dewam bike."
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêk tê. Ji 4'ê Çileyê ve bi komên ji 8 kesan 5 rojan carekê bi dorvegerî dewam dike.