Gerîlayê HPG'ê Osmanoglû li Stockholmê hate bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Abdullah Osmanoglû di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li Stockholmê hate bîranîn.
Gerîlayê HPG'ê Abdullah Osmanoglû di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li Stockholmê hate bîranîn.
Gerîlayê HPG'ê Abdullah Osmanoglû (Agir Stêrk) ku di 17'ê Kanûna 2018'an de tevî gerîlayê HPG'ê Renas Benek (Mehmet Axîn) li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişa hewayî şehîd bû li paytexta Swêd Stockholmê hate bîranîn.
Civîna bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.
Siyasetmedarê Kurd Rizgar Dersim bi bîr xist ku Osmanoglû ciwanekî Kurd bû ku li Ewropayê mezin bû, di dibistan û kar de serketî bû, piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir di sala 2017'an de bi rengekî profesyonelî tevlî kar bû.
Dersim anî ziman ku Osmanoglû demekê li Swêdê bi fedakarî xebat meşand, pêşengî ji rêxistinkirina çalakiyan û xwepêşandanan re kir û ji bo hesab ji hêzên mêtinger û dewleta Tirk bipirse bi daxwaza xwe çû çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Dersim bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li bîranîna Osmanoglû.
Kurdistaniyên ku ew ji nêz ve nas kirin bîranînên xwe û nêrînên xwe yên der barê wî de li panoyekê nivîsîn û li kêleka wêneyên wî bi cih kirin.
Di civînê de bi sînevîzyonekê qala jiyan û têkoşîna Osmanoglû hate kirin û dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.