Fermandarê pêşeng ê PKK'ê Mahsûm Korkmaz li Marsîlyayê hate bîranîn

Ji fermandarên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mahsûm Korkmaz (Egîd) di salvegera şehadeta xwe de li Marsîlyayê hate bîranîn.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Marsîlya yê Fransayê, fermandarê efsanewî yê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û şehîdên Hefteya Lehengiyê bi çalakiyekê bi bîr anîn.

Ciwan di çarçoveya pêngava 'Nehêle' de saet 19:00 li hev kom bûn û li ser çiyayê herî bilind ê Marsîlyayê çalakî kirin.

Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermandar Egîd û ala Tevgera Ciwanên Şoreşger hildan.

Ciwanan meşale jî pê xistin û dirûşma "Fermandar Egîd dijî PKK şer dike" qîriyan. Ciwanan piştî demekê çalakiya xwe bi qîrîna dirûşman bi dawî kirin.