FEDA: Vexwendina dîktator ji bo Cenevreyê ne ya qebûlkirinê ye

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li ber vexwendina Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo Cenevreyê rabû û ji bo çalakiya şermezarkirinê ya 17'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir.

FEDA'yê daxuyaniyek weşand û vexwendina Serokkomarê Tirk ji bo 1'emîn Forûma Penaberan a Global şermezar kir.

Di daxuyaniyê de zextên giran ên li Tirkiyeyê û dagirkeriya li Rojava hatin bibîrxistin û hate gotin, "Çeteyên xwînrij ên Erdogan bi rojane li Rojava bi çekên kîmyewî û yên qedexekirî êrişî mirovan dikin, ji ber van êrişan bi dehan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran mirov ji warê xwe bûn û bûn sedema penaberiyê."

Di daxuyaniya FEDA'yê de hate gotin, "Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku dîktatorekî bi vî rengî yên xwînrij ku mirov penaber kiriye di bernameyeke wiha de bi welatên cuda re serokatiyê bike."

FEDA'yê ragihand ku Erdogan kesekî ketî ye ku ji zilmê û xwînê têr nabe û destnîşan kir ku tevlîbûna kesekî bi vî rengî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û beşdariya li forûmeke ji bo du rojan nîşaneya komkujî û êrişeke nû ye û ew bi fikar in.

FEDA'yê bang li her kesî kir, bi taybetî jî Elewiyan ku di 17'ê Kanûnê saet 11'an de li herêma Place des Natîons a li Cenevreyê beşdarî çalakiya li dijî dîktator Erdogan bibin.