FEDA-KURD têkildarî merasîma cenazeyê Halîl Şen daxuyaniyek da

FEDA-KURD nerazîbûn nîşan da dorpêça polîsan a ji bo definkirina cenazeyê Halîl Şen û dîsa ji derveyî ferdên malbatê kes tevlî merasîmê nebin.

Cenazeyê Halîl Şen ê di salvegera 22’an a Komploya Navneteweyî de 12’ê Sibtê li pêşiya avahiya parlementoyê ya li bajar ê Dresden a Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû, ji aliyê malbatê ve hate girtin û di bin dorpêça polîsan de hate definkirin.

FEDA-KURD nerazîbûn nîşanî vê da û destnîşan kir ku tenê rê dan ku ferdên malbatê tevlî merasîma cenaze bibin, kişandina dîmen û wêneyan jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin.

FEDA-KURD anî ziman ku ji bo Şen 3’yê Adarê roja Çarşemê li pêşiya avahiya NCKD a Dresdenê merasîmek êkirine û got: “Hevalên tevlî merasîmê bûne, xatir ji heval Halîl xwestin û ber bi warê wî Kurdistan û gundê Lûdê ve oxir kirin.

Duh saet 13:00’an cenazeyê hevalê Halîl li Êlihê ji aliyê malbatê ve hate girtin.

FEDA-KURD destnîşan kir ku hêzên dewletê rê neda ku ji derveyî ferdên malbata Şen tevlî merasîma cenaze bibin, dîsa rê neda ku ne dîmen û ne jî wêne bên kişandin û got: “Ev rewş tê wateya ku gelê Kurd ji doza wê ya bi rûmet û heq dûr bixin. Em xwedî li armancên şehîdan derdikevin. Gelê Kurd heta negihêje heqê xwe, azadiya Kurdistanê berdêl çi dibe bila bibe, wê li ber xwe bide. Enceq wiha em dikarin xwedî li çalakî û hesretên heval Halîl derkevin.”