FED-GEL dewleta Elmayayê şermezar kir, meşa li Freibûrgê betal kir

Federasyona Gelê Kurdistanê a Bayern û Baden Wurttembergê (FED-GEL), destnîşan kir ku dewleta Elman dixwaze Kurdan û hêzên polîsan bîne beramberî hev û diyar kir ku ew meşa dihat plankirin li Freibûrgê bê lidarxistin, hat betal kir.

FED-GEL’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em helwesta dewleta Elmaniya ya provokatîf ê li jî meşa aştiyê ku dihat plankirin bi armanca 'Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ bê lidarxistin, şermezar dikin. Em diyar dikin ku, em ê lêgerîna xwe ya ji bo mafan bi rêyên hiqûqî dewam bikin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Em di pêvajoyeke ku li tevahiya Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê pêşketinên dîrokî pêk tê de, dijîn. Beriya 26 salan bi komploya hêzên navneteweyî re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Bi vê pêvajoyê re şerê cîhanê yê 3’yemîn destpê kir. Ji wê demê û vir ve li Rojhilata Navîn rojeke ku xwîn nerijiyaye, nîne.

Di nava 10 salên dawî de, ev şer di nava gel de veguherî şerê qirkirinê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku vê bextreşiyê û polîtîkaya dijmirovahî ya li ser herêmê tê ferzkirin rawestîne, bi peyama xwe ya aştiyê, rojev diyar kiriye. Ji bo şerê qirkirinê ya di nava gelan de bê rawestandin û zemîneke aştiyê bê avakirin, peyameke nivîskî ya ku wê di 15’ê Sibata 2025’an de bê weşandin, amade kir.

Di salvegera komploya navneteweyî de li çar aliyê cîhanê bi mîlyonan mirov bi kelecana wergirtina peyama watedar û bi bandor in. Ji bo bi hêzkirin û xwedîderketina li vê pêvajoya aştiyê, ciwanên Kurdistanê jî xwestin bi meşeke dirêj tevlî pêvajoyê bibin. Ji bo vê jî amadekariyên meşa ku wê 6 rojan dewam bike, kirin. Lê belê ji roja destpêkê ve helwesta polîsan a ji bo sabotekirina çalakiyê destpê kirin.

Li gel helwesta provakatîf a polîsan jî ciwanên Kurdistanê li gorî hesasiyeta pêvajoyê bi rengekî têgihiştî tevgeriyan. Gava ku hemû hewldanên ciwanan li Lahrê bêfêde bûn, di navbera wan û polîsan de şer derket. Polîsên bajarê Freibûrgê bi hinceta şer, meşa ku diviyabû îro bihata lidarxistin bi awayekî yekalî betal kirin. Ev pêvajo ji destpêkê heta dawiyê antî demokratîk bû û qanûn hatin binpêkirin. Li vir daxwaza dewleta Elman ew e ku Kurdan û hêzên polîsan bîne beramberî hev. Li hemberî vê provokasyonê, ciwan bi hişmendiya berpirsyariyên xwe vê çalakiyê taloq kirine û dê sibe li Strasboûrgê dewam bikin.

Li ser vê bingehê wê ciwanên Kurdistanê sibe li Strasboûrgê çalakiya xwe bidomînin û daxwaza xwe ya azadiyê ji tevahiya cîhanê bi taybetî ji dewleta Elman re bînin ziman.

Sibe wê ciwanên Kurdistanê meşa li Strasboûrgê dewam bikin û daxwaza aştiyê bi peyama Rêbertî re bikin yek.

Lê belê em ê helwesta neyînî ya dewleta Elman ku li ser rêya aştiyê ya li Kurdistanê pêk tîne, ti carî ji bîr nekin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyana azad a bi hev re ya hemû gelên demokratîk bidomînin.

Ti hêz nikare li pêşiya daxwaza azadiyê bisekine, bi taybetî gelê ku mîna gelê Kurdistanê rabûye ser piyan û têdikoşe."