FCDK KAWA’yê banga tevlîbûna meşa Kolnê kir
FCDK KAWA’yê banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê kir û got: “Em diwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin.”
FCDK KAWA’yê banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê kir û got: “Em diwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin.”
Federasyona Civakên Demokratîk a Kurdistaniyan a KAWA (FCDK-KAWA) bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê kir û got: “Em diwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin.”
Di daxuyaniya FCDK KAWA’yê de wiha hate gotin: “Di van rojên ku em dikevin sala duyemîn a pêngava Rêbertiyê de, em hemû gelê xwe û malbatên xwe vedixwînin meşa mezin a ku em ê di 16'ê Mijdarê de li Kolnê li dar bixin."
FCDK KAWA’yê destnîşan kir ku ev meş wê ruhê yekîtî û piştevaniya gelê Kurd xurtir bike.