Evrîm A. hate berdan

Kurdistanî Evrîn A. ku li Stûttgartê dihate darizandin piştî 17 mehên girtî hate berdan.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê doza Kurdistaniyên ku li girtîgeha Stamheîn ku 4 jê girtî û kesek negirtî tê darizandin didome. 27’emîn rûniştina doza ku Veysel S., Agît K., Evrîm A., Ozkan T. girtî û Cîhan A. ne girtî tê darizandin li salona girtîgeha Stemmheîmê pêk hat.

Evrîm A. ku bi sûcê alîkarî daye revandina îtirafkar Ridvan O., weke Kurdistaniyên din ji xala b ya 129’an a Cezayê Qanûna Elman tê darizandin. Evrîm A. ku bi sûcê ‘Alîkarî û hewandin’ tê darizandin di rûniştina dozê de bi şert hate berdan. Dest danîn li ser pasaporta Evrîm A û bi şertê ku di hefteyê de du caran îmze bide hate berdan. Doz taloqî 19’ê Kanûnê roja Pêncşemê hate kirin.

Li aliyê din 9’ê Kanûnê rûniştina doza Salîh K. pêk hat. Salîh K. û parêzera wî Anna Bûshk beşdarî rûniştinê bûn û polisekî şahîd hate guhdarkirin. Doz taloqî 16’ê Kanûnê hate kirin.