Ergonul ji ber koronavîrusê rehmet kir

Yek ji şahidê Qetlîama Maraşê Hayrî Ergonul li Londrayê ji ber koronavîrusê rehmet kir.

Hayrî Ergonul (55) ê ji gundê Gozpinara Avşîna Maraşê di 12’ê Adarê de bi teşxîsa Covîd-19’ê li nexweşxaneyê dest bi tedawiya wî hate kirin. Ergonul li nexweşxaneyê ji ber koronavîrusê rehmet kir.

Hate diyarkirin hevjîna wî jî dihate tedawîkirin û ji nexweşiyê rizgar bûye. Hayrî Ergonul yek ji şahidê Qetlîama Maraşê ya di 19’ê Kanûna 1978’an bû. Li ber çavê wî dê, bav û birayê wî hatibû qetilkirin. Dema xwîna birayê wî pijiqîbû ser wî, gotine qey ew jî miriye.