Endamê AKP-MHP’î li Ewropayê li ser sûc hate zevfkirin

Veysel Fîlîz ê dema li Sefaretxaneya Brûksel a dewleta Tirk kar dikir ji ber ku bi MÎT’ê re kar dikir hate dersînorkirin, dema ku 100 kêlogiram eroîn dibir Ewropayê li ser sûc hate zeftkirin.

Veysel Fîlîz ê ji beşa Tirkolojî ya Zanîngeha Strasboûrgê mezûn bûyî, bi salan li Ewropayê xebatên lobî yên rejîma Erdogan birêve biriye. Filîz ê tim di televîzyonên alîgir ên desthilata AKP-MHP’ê de weke ‘pisporê polîtîka derve’ derdiket sala 2014’an li ser fermana Erdogan ji bo erkdariya muşavîriya çapemeniya Sefaretxaneya Tirk a Brûkselê hate erkdarkirin.

Karê esasî yê Veysel Fîlîz ê li Brûkselê di serî de li ser Kurdan û mûxalîfê li dijî rejîma Erdogan agahî komkirin û şandina Enqerê bû. Sala 2017’an polîsên Belçîkayê hesabên veşartî ku tesbît kir ku aîdê Fîlîzin mûxalîfên li derveyî Tirkiyeyê dijîn gef dike, piştre vexwend îfadeyê. Fîlîz ê bû sedema krîza navbera Enqere-Brûkselê ku Brûkselê weke ‘Kesê nayê xwestin’ hatibû îlankiri, lezûbez berê xwe da Tirkiye.

KURYEYÊ EROÎNÊ YA DEWLETA TIRK E

Fîlîz ê piştî vegeriya Tirkiyeyê têkiliyên xwe yên bi Ewropayê re qût kir, li aliyekê komên nîjatperest ên alîgirên AKP-MHP’ê rêxistin kir; aliyê din nasnameya xwe bikar anî erka veguhestina madeyên hişbir (eroînê) ya ji bo Ewropayê girt ser milê xwe. Lê Fîlîz 9’ê Kanûnê bi tesedûfî li ser sûc hate zeftikirin û girtin, ev yek demek dirêj ji çapemeniyê hate veşartin.

Veysel Fîlîz ê li deriyê sînor ê Hamzabeylî ya ketina Bûlgaristanê ku 100 kêlogiram erorîn hatibû veşartin hate girtin, dewleta Tirk li ser vê bi lez û bez biryara veşariyê derxist. Wezareta Gumrik û Bazirganiyê ya Tirk ku asayî operasyonên madeyên hişbir servîsî çapemeniyê dike, tevî ku eroîna bi nirxê 5 milyon Eûro ye hatiye girtin jî têkildarî vê ti agahî nehatiye parvekirin.

Veysel Fîlîz ê di derbarê wî de biryara girtinê hate dayîn û hate girtin, kurê wî Fatîh Fîlîz axivî û îdîa kir ku komplo li ber bavê wî kiriye.  Fatîh Fîlîz ê ji çapemeniya Tirk re axivî piştrast kir ku bavê wî ji ber eroînê hatiye girtin û ev got: “Niha lêpirsîn didome. Ji ber li ser dosyayê biryara veşariyê heye, li ser pêvajoyê zêdetir agahî nikarim bi wer re parve bikim. Tevî ku biryara veşariyê jî heye, ketina çapemeniyê ya vê bûyerê jî ez fam nakim. Ji ber rêjeya ketiye dest pir zêde ye, ji ber tedbîran bavê min tê ragirtin.”

Ji sala 1970’ê û vir ve rejîma rêveberiya dewleta Tirk derbaskirina madeyên hişber ên di navbera Tirkiye-Ewropayê de salên boîr gelek carî hatibû belgekirin. Trafîka madeyên hişber ên tîma Demîrel-Çîler salên 1990’î dikirin di salên dawî de ji aliyê elemanên rejîma AKP-MHP’ê ve tên birêvebirin.