Endama DAÎŞ’ê li Norweçê tê darizandin
Jina ku di sala 2013’an de li Sûriyeyê tevlî nav refên çeteyên DAÎŞ’ê bûbû û di sala 2019’an de piştî ku QSD’ê DAÎŞ têk bir, vegeriya Norweçê li wir hate darizandin.
Jina ku di sala 2013’an de li Sûriyeyê tevlî nav refên çeteyên DAÎŞ’ê bûbû û di sala 2019’an de piştî ku QSD’ê DAÎŞ têk bir, vegeriya Norweçê li wir hate darizandin.
Polîsên Ewlekariya Norweçê jina 30 salî ya ku hemwelatiya Pakistan û Norweçê ye û di sala 2013’an de tevlî nav refên çeteyên DAÎŞ’ê bûbû darizand.
Tê payîn ku wê rûniştin çar rojan bidome û dozger û dadgeh derbarê êrîşên ku vê jinê li Sûriyeyê kiriye, delîlan pêşkêş bike.
Li gorî îdîanameyê ev jin li ber jin û zarokan maye û ji bo ku mêrê wê tevlî nav çeteyên DAÎŞ’ê bibe alîkarî daye.
Dozger diyar kir ku di destê wan de axaftinên telefonê, SMS, wêne û bilêtên balefiran heye. Heke ev jin sûcdar were dîtin ku dibe ku bi qasî 6 salan cezayê girtîgehê lê were birîn.