Şoreşgera enternasyonalîst a Yewnan Elefterîa Fortûlakî (23) ku di bin bandora gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinan de maye, di 24'ê Adara 2006'an de li Atînayê bi şewitandina bedena xwe deng da têkoşîna Kurdan. Elefterîa Fortûlakî li cihê ku çalakiya xwe li dar xistibû bi pêşengiya Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê hat bibîranîn.
Înîsiyatîfa RîseUp4Rojava (Ji bo Rojava Rabe Ser Piyan) Atînayê jî beşdarî bîranînê bû.
Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê di şexsê Eleftherîa Fortûlakiîde, li ser navê Navendê Xalo Amed axaftinek kir. Li ser navê Înîsiyatîfa RîseUp4Rojava peyama nivîskî hat xwendin.