Parêzer Patrîck Kroker diyar kir ku li Efrînê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin, derbarê darizandina sûcdaran de bêdengiya dozgeriyê rexne kir û got, dozgeriya navneteweyî sûcên li hemberî Kurdan ji nedîtî ve tê.
European Center for Constitutional and Human Rights (Navenda Mafên Mirovan û Destûra Bingehîn a Ewropayê-ECCHR) û Syrians for Truth and Justice (Ji bo Heqîqet û Edaletê Sûriyeyî-STJ) li Dozgeriya Federal a Elmanyayê gilî kirin. ECCHR destnîşan dike ku ji sala 2018’an ve li Efrînê sûcên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin, têne kirin.
Parêzer Patrîck Kroker ku di bernameya Sûcên Navneteweyî û Hesabdayînê ya ECCHR’ê (International Crimes and Accountability) de cih digire û ji ANF’ê re axivî.
‘KURD NUQTEYA KOR A DARAZÊ NE’
Parêzer Patrîck Kroker bi bîr xist ku faîlên sûcên li Efrînê ku ji sala 2018’an ve destpê kir; ne ji bo darizandina rayedarên Tirk ne jî ji bo darizandina çeteyên girêdayî wê serlêdaneke qanûnî nehatiye kirin. Parêzer Kroker diyar kir ku bêdengiya dozgerên navneteweyî ya li hemberî vî sûcî yek ji sedemên gilîkirinê ye û got: “Li gorî me binpêkirinên ku li Efrînê li hemberî nifûsa ku piraniya wê Kurd in, têne kirin û di nava sûcên herî cidî yên li Sûriyeyê tên kirin de cih digire. Heta niha me lêpirsînên li dijî komên mîna El Nusra û DAÎŞ’ê û rayedarên rejîmê dîtin, lê dema ku sûcên li bakurê Sûriyeyê dibin mijara gotinê valetiyeke mezin heye û ev jî nuqteya kor a lêpirsînan e. Ev yek neheqî ye, ji ber ku li dijî mirovahiyê sûc tê kirin.”
‘EM HÊVÎ DIKIN KU DOZGER LÊPIRSÎNÊ VEKE’
Kroker diyar kir ku rayedarên Elman li Ewropayê rayedarên ewilî ne ku “lêpirsîna çêkerî” vekirine û bi bîr xist ku lêpirsîna çêkerî ya destpêkê ya li Dozgeriya Federal a Elman dewam dike, di Îlona 2011’an de hate destpêkirin û sûcên ku ji aliyê rejîma Esad ve hatine kirin digire nava xwe; ya duyem jî lêpirsîneke berfireh heye ku di Tebaxa 2014’an de hate vekirin û hemû aktorên bi çek ên derveyî dewletê yên li Sûriyeyê digire nava xwe. Kroker wiha domand: “Giliya sûc a ku me 18’ê Çileyê li Dozgeriya Federal kir, dikeve nava çarçoveya lêpirsîna çêkerî ya duyemîn de. Ev, gava destpêkê ye. Em nikarin ji aliyê hiqûqa ceza ve lêpirsînê vekin. Tişta ku em bi giliya sûc dikin, pêşkêşkirina îspat û daxwazkirina lêpirsînê ye. Em hêvî dikin ku dozger van îspatan qebûl bike, dest bi lêpirsîna nepenan bike û hemû agahiyên ku me pêşkêş kirine, analîz bike.”
‘DIBE KU BIRYARA GIRTINÊ JÎ BÊ DAYÎN’
Parêzer Kroker wiha pêde çû: “Bi taybetî ji Tûgaya El-Hamza, Ahrar el-Şakriye, Tûgaya Sûltan Mûrad û Tûgaya Suleyman Şah me navê 6 faîlan da. Lewma dibe ku derbarê van kesên diyar de lêpirsînê vekin. Eger têra xwe îspat dîtin, dibe ku derbarê van kesan de biryara girtinê jî bê dayîn. Hêviya me ev e. Nabe ku gumanbar li Elmanyayê bi xiyabî were darizandin, lê bi fermaneke girtinê ya navneteweyî eger seyahatê li welatên ku bi Elmanyayê re alîkariya wan a edlî heye û peymana radestkirina sûcdaran heye, bikin dibe ku bi hêsanî bên girtin.”
SERÇETEYÊN KU TIRKIYE ALÎKARIYÊ DIDE WAN
Parêzer Kroker destnîşan kir ku bi taybetî gilî li serçeteyên ku bi alîkariya Tirkiyeyê ji sala 2018’an ve li herêma Efrînê bi rengekî sîstematîk zilmê dikin û bûne sedema belavbûna nifûsa herêmî, kirine û wiha got: “Van sûcan bi alîkariya Tirkiyeyê dikin. Lê di navenda vê giliyê de ‘milîs’ cih digirin. Ji ber ku ev sûc li herêma Kurdan a li Sûriyeyê tê kirin û li gorî feraseta me Sûriye jî parçeyekî vekirî ya lêpirsînên çêkerî ye.”
TIRS Û TEROR
Parêzer Patrîck Kroker anî ziman ku di serlêdanên xwe de îşaret bi wê yekê kirine ku bi hezaran mal û qadên çandiniyê yên Kurdan bi rengekî sîstematîk hatine talankirin û bal kişandine ser girtin û binçavkirinên derqanûnî. Kroker got: “Rû bi rûyê êşkence, bi zorê windakirin û tundiya zayendî dimînin. ‘Milîs’ rêveberiyeke kêfî pêk tînin, atmosfereke tirs û terorê ava dikin da ku Kurdan ji cihê wan bikin. Ev sûcên navneteweyî ku bi dagirkeriya beriya 6 salan re destpê kirin, îro jî dewam dikin.”