Doza girtinê ya li HDP'ê hatî vekirin li Berlînê hate protesto kirin

Kurdistanî û dostên wê yên li Berlîna paytexta Elmanya hatin cem hev û bi meşekê doza girtina li dijî HDP’ê û betalkirina mafê wekîltiyê ya Omer Farûk Gergerlîoglû protesto kirin.

Li ser banga meclîsa jinan a Dest Dan û Nav-Berlîn, parlamenterên HDP’ê, parlamenterên Federal yên Die Linke’eyî Pascal Meiser, Christine Buchholz, berdevkên Fed KURD, ATİF, EMEP, TCŞ, TekoJIN û gelek saziyên enternasyonalîst beşdarî çalakiyê bûn.

Gel di saet 16:30 de li Hermanplatz kom bû û bertekên xwe yên li dijî betalkirina mafê wekîltiyê ya Wekîlê Kocaelî Omer Farûk Gergerlîoglû û doza girtina HDP'ê anîn ziman.

Ji ber biryarên siyasî yên bloka faşîst a AKP-MHP’ê gel peyamên dilsoziya bi HDP’ê re dan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Parlamenterên Die Linke diyar kirin ku girtina HDP’ê ne qanûnî, siyasî ye û gotin ku ew piştewaniya HDP’ê dikin.

Xwepêşanderan bê navber diruşmên “HDP gel e, gel li vir e”, “HDP ne bi tenê ye”, “Dest nede vîna min” û “Bila destên ku dirêjî HDP'ê bibin bişkên” qîriyan.