Dorpêça li ser Mexmûrê li Viyanayê hate şermezarkirin
Hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li Viyanayê hate şermezarkirin, berxwedana gel hate silavkirin.
Hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li Viyanayê hate şermezarkirin, berxwedana gel hate silavkirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê mîtîngek hate lidarxistin û ji bo bidawîkirina hewldana dorpêçkirina kampa Mexmûrê bang hate kirin.
Ciwanên Kurdistanê û enternasyonalîst tevlî çalakiyê bûn, hewldana dorpêçkirinê şermezar kirin û berxwedana gelê kampê silav kirin.
Di çalakiyê de ji bo piştgiriya bi gelê Mexmûrê re bang hate kirin û dirûşma "Bijî berxwedana Mexmûrê" hate qîrîn.