BI DÎMEN

'Divê nerazîbûneke tund bê nîşandan'

Jinên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku êrişên herî dawî yên li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji rêzê nîne, lewma divê nerazîbûneke tun a gel bê nîşandan û saziyên berpirsyar bi erka xwe rabin.

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê têkildarî êriş û operasyonên ku li Kurdistanê diqewimin ji ANF’ê re axivîn û band li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku li hember xiyaneta Mala Barzanî bêdeng nemînin.

Endama Stêra Zêrîn Rûheyv Efrîn di axaftinên xwe de anî ziman ku ev êrişên çêdibin, piraniya xwe li ser gerîlayên azadiyê li Başûrê Kurdistanê çêdibin û wiha peyîvî: “Dijmin di her alî de êriş dike, ev êriş jî piraniya xwe li Başûrê Kurdistanê çêdibe. Em dibînin li beranberî van êrişan bêdengiyek heye, eger ev bêdengî berdewam bike wê di rojên pêş de encamekî xirab bi xwe re bîne, ji bo vê jî divê li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û li Ewropa bertekek tund bê raberkirin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê li beranberî dijmin bi derfetên herî kêm, bi hêz û îradeya xwe serkeftinên herî mezin bi dest dixin, wek gel jî divê em li pişt gerîlayên xwe bin. Di vê dawiyê de êrişên dijmin herî zêde li ser sînorên Başurê Kurdistanê çêbûne, leşkerên perelî anîne li ser sînoran bi cih kirine. Gelên herêmê jî ji hatina leşkeran ne razîne, ji ber ku di aliyê hatin û çûyîna gundiyan de pirsgirêkan çêdikin û her wiha Başûrê Kurdistanê dagir dikin. Li beranbererî van êrişan bêdengiyek ya gel heye, ne tenê li Başûr, li deverên din jî ti bertekek li beranberî van êrişan nîne.”

'NE ÊRIŞÊN JI RÊZÊ NE'

Rûheyv Efrîn di dewiya axaftinên xwe de bilêv kir ku wê li Gare operasyonek were destpêkirin û ev tişt gotin: “Êrişên bi vî awayî ne ji rêzê ne, wê hem zererê bide mirov û hem jî bide xwezaya Kurdisatanê. Ew şewata ku li Amed û Mêrdînê derketî ne şewatekî jî rêzêbû, diyar bû ku destê dijmin têde hebû, bi hezaran donim zevî û eraziyên xelkê şewitîn û ev şewat jî hemû li cihên Kurdan pêkhat. Herî dawî li Silêmaniyê jî şewatek mezin derket, li beranberî van êrişan divê bertekên me tûnd bin ku kesên berprisyar êdî xwe berpisyar bibînin. Divê daxuyaniyek ji aliyên cihên fermî ve bên dayîn ku çima ev êriş çêdibin û bi taybet li himberî dewleta Tirk bertekek bê nîşandan, ne tenê ji aliyê gel ve divê ji aliyê saziyên berpirsyar ve jî bertek bên nîşandan.”

'HER CIH DAGIR KIRINE'

Her wiha Cemîla Hilalî jî têkildarî heman mijarê axivî û destpêkê çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê silav kir û wiha hêrsa xwe ya li beranberî operasoyonên heyî anî ziman: “Em dibinin dewleta Tirkiye berê xwe daye Herêma Kurdistanê, em bang li tevahî gelê Başûr û gelê Iraqê dikin ku li beranberî vê dagirkeriya dewleta Tirkiye rabin ser lingan, şermezar bikin û rê nedin ku gundên xelkê xirab bikin. Îro PKK be, sibe YNK, dusibe jî PDK ye, bila nebêjin wê PKK’ê tinebikin ezê bi rihetî rûnim, ka çi bi PKK dikin wê bîne serê PDK û YNK’ê jî. Dewleta Tirk leşkerên xwe li her derê bi cih kiriye, her cih dagirkiriye. Gund, zarok, mizgeft û dêrên wan dişewitînin, pez û erdên wan talan û wêran dikin. Bila baş bizanibin wê nikaribin PKK’ê tine bikin, wê Mesûd tine bikin.

Dayîka Cemîla Hilalî di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku ew êdî hêvî ji Mesûd nakin û got: “Ji ber ku me gelek caran hîvî ji Mesûd kir lê hêviyên me di cih de man, ji bo wê jî em hîvî ji gelê Başûr dikin ku li himberî îxaneta Mala Barzanî bêdeng neminin.”