BI DÎMEN

Polîsên Berlînê bi awayekî dijhiqûqî bi ser komaleya Kurd de girtin

Navenda Demokratîk a Civaka Kurd a Nav Berlîn, bi awayekî derhiqûqî, bêyî belgeya lêgerînê bû hedefa polîsan.

LI BERLÎNÊ TERORA POLÎSAN

Navenda Demokratîk a Civaka Kurd a Nav Berlîn ku li paytexta Elmanya Berlînê xebatên xwe didomîne, rastî miameleya keyfî ya polîsên alman hat. Hat diyarkirin ku polîsên Berlînê bêyî belgeya lêgerînê bi tîmên taybet bi ser komaleyê de girtin. Serdegirtin saet di 15.00'an de pêk hat û polîsan çek dirêjî kesên li komeleyê bûn kirin û gefên dijwar li wan xwarin. Tevî ku malbat û zarok li navendê bûn, ev helwesta polîsan û bi taybet bikaranîna çekan rastî bertekên mezin hat. Erîşkariya polîsên Berlînê rêbazên Naziya Elmanyayê anî bîra mirovan.


Endamên komaleyê anîn ziman ku serdegirtin ne li gorî esasên demokrasiya Elmanyayê û zagona komaleyan e. Her wiha kontrolkirina nasnameyan û bêyî parêzeran girtina îfadeyan jî kiryareke din a balkêş bû. 

Endamê komeleyê Huseyîn Yilmaz û endamekî din hatin binçavkirin û ew birin navenda polîsan. 

Navenda Civaka Demokratîk banga xwedîderketina saziyê kir.