KCDK-E serdegirtina Navenda Civaka Kurd a Berlînê şermezar kir

KCDK-E êrîşa li dijî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li paytexta Elmanya Berlînê bi tundî şermezar kir.

DAXUYANIYA KCDK-E

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) got, "Em êrîşa li dijî Navenda Civaka Kurd a li paytexta Elmanya Berlînê ku bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî de pêk hat, bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniya KCDK-E de ev tişt hatin gotin:

31 sal in me tu nêzîkatiyên ku rêxistinbûna gelê Kurd qedexe dike û sûcdar dike qebûl nakin. Elmanyaya ku helwesteke li gorî polîtîkayên zext û tecrîdê yên dewleta Tirk nîşan dide, divê demildest dev ji polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirina gelê Kurd berde. Divê were zanîn ku gelê Kurd bi zext, tecrîd û krîmînalîzekirinê dest ji daxwazên xwe yên maf û azadiyên demokratîk bernade.

Serdegirtina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (Nav Berlîn) a li bajarê Berlîn ê Elmanyayê, xizmetî polîtîkayên krîmînalîzekirinê dike. Di vê serdegirtinê de navenda civaka demokratîk û gelê Kurd hedef hatin girtin.

Em vê helwesta li hemberî têkoşîna demokratîk a gelê Kurd û mafê rêxistinbûna azad şermezar dikin. Polîsên Elman bi pêkanînên keyfî maf û azadiyên demokratîk binpê kirin.

Bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî re em bang li hikûmeta Elman dikin ku dawî li vê helwest û êrîşên li ser saziyên me bîne.

Ev serdegirtina ji nişka ve bi demokrasiya Elman û qanûna komeleyan re li hev nayê. Her wiha, bêyî biryara lêgerînê kontrolkirina nasnameyan û lêpirsîn nayê qebûlkirin.

Em bang li hikûmeta Elman dikin ku di vê serdema ku komplo ketiye sala 26’an û nebûna têkiliya bi Rêber Apo re berdewam dike, li gorî nirxên demokratîk û gerdûnî tevbigere. Bi vê wesîleyê em bang li gelê xwe dikin ku di salvegera 26’an a komployê de bi hêztir xwedî li Rêber Apo, li sazî û nirxên me derkevin.”