Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Zurîhê stand hat vekirin

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Zurîhê dewam dikin. Li bajêr bi vekirina standê derbarê tecrîdê de agahî hatin dayîn.

LI ZURÎHÊ ÇALAKÎ

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, di çarçoveya pêngava ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di cotmeha sala borî de ji hêla dostên gelê Kurd ve hatibû destpêkirin, îro standek hat vekirin.

Di standa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Berîtan ve li Qada Stauffacher hat vekirin de hat gotin ku tecrîd li dijî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan tê meşandin. Di çalakiyê de hem ji bo tecrîdê hem jî ji bo qirkirin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd banga hestyariyê hat kirin.