RJAK'ê Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî

RJAK’ê nivîskar, akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta wê de li Silêmaniyê bi merasîmekê bi bîr anî.

NAGÎHAN AKARSEL

Endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî bi rêya dîmen peyamek pêşkeş kir û bal kişand ser xebat, têkoşîn û jiyana Şehîd Nagîhan Akarsel ya di qada jineolojiyê de û got; “Hevrêya me, rojnamevan, nivîskar, lêkolîner û têkoşer 2 sal berê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin. Em li virîn lê ne ji bo bîranîna wê ji ber ku me tu carî ew ji bîr nekiriye û emê wê qet ji bîr nekin.”

Di beşeke din a bîranînê de encamên dadgehkirina kesên ku Nagîhan Akarsel qetil kirin ji aliyê endama RJAK’ê Ala Ebûbekir ve hatin pêşkêşkirin û tê de wiha hate gotin; “Lêgerîna me ya edaletê heta ku dewleta Tirk ji ber vî sûcê xwe neyê dadgehkirin, dê bidome. Em daxwaza xwe ya parastina jinan û mafên wan tînin ziman. Em tekezî li ser dadgehkirin û cezakirina kujerên Nagihan Akarsel û hemû berpirsên qetilkirinan dikin.”

Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen jî di merasîma bîranînê de axivî û got; “Îro rojeke pîroz e, hevrê Nagîhan weke jineke azadîxwaz pênaseya azadiyê dikir. Erka me ya herî girîng weke jinên her  çar parçeyên Kurdistanê parastina xebat û têkoşîna jinane ku Nagîhan pêşengiya wê dikir. Nagîhan Akarsel ji aliyê fizîkî ve ji nav me dûr ket, lê wekî fikir, di nav me de her dem zindî ye.”

Di dawiya bernameya bîranînê de, derbarê jiyan, xebat û têkoşîna Şehîd Nagîhan Akarsel de sînevîzyon hat pêşandan. Piştre pirtûka wê ya helbestan bi beşdaran hate danasîn, çend helbestên wê hatin xwendin û çalakiya bîranînê bi dawî bû.