BI DÎMEN

Li Dieburgê meş, li Zurîhê stand hat vekirin

Li bajarê Dieburg ê eyaleta Hessen a Elmanyayê piştî salan ji bo şermezarkirina tecrîd û komploya Îmraliyê meşek hat lidarxistin. Kurdistaniyan li herêma Rapperswîl a Zurîhê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd stand vekirin.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dieburg ê eyaleta Hessen a Elmanyayê bi meşekê hat şermezarkirin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Dieburgê ve hat organîzekirin, piştî demeke dirêj bi tevlîbûna gelê Kurd û dostên wan ên li herêmê, weke yekemîn çalakiya mezin hat tomarkirin. Meş li ber stasyona trênê ya Munsterê deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

Ev meşa ku piştî deh salan hat lidarxistin, bi tevlîbûna xurt a Kurdistanî û dostên wan bal kişand. Bi sedan kes di meşa 3 kîlometre dewam kir de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên cuda hilgirtin û daxwazên xwe yên edalet û azadiyê anîn ziman. Di meşê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û ji aliyê ciwanan ve hatin belavkirin. Di daxuyaniyê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û zextên li ser gelê Kurd tên meşandin.

Meş li Marktplatz ê Dieburgê bi dawî bû ê li wir mîtîngek hat lidarxistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut di mîtîngê de axivî. Zubeyde Zumrut diyar kir ku komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de hat destpêkirin îro jî bi şêweyên cuda dewam dike. Zubeyde Zumrut bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd, diyar kir ku ev tecrîd parçeyek ji hewldana radestkirina Rêberê Gelê Kurd e. Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku gelê Kurd teslîmî van zextan nebû.

Zubeyde Zumrut anî ziman ku ev komplo di heman demê de êrîşa li dijî gelên cîhanê ye û bal kişand ser girîngiya berxwedan û têkoşîna gerîla ya li dijî polîtîkayên çewisandinê yên dewleta Tirk. Zubeyde Zumrut di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku zarokên gelê Kurd di şert û mercên dijwar de di tunelên şer de li ber xwe didin û divê gel piştgiriyê bide vê berxwedanê.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

ZURÎH

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komuna Gel a Şehîd Çiyager Hêvî li herêma Rapperswil a bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo danasîna fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand vekirin.

Li qadê belavokên têkildarî tecrîda girankirî ya mutleq û pergala êşkenceya Îmraliyê li gelê herêmê hatin belavkirin.

Li ser navê TCŞ'ê Jiyan Amed axivî û bal kişand ser girîngiya vekirina standê û wiha got: "Fikrên Rêber Apo ne tenê ji bo me, ji bo gelên cîhanê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Tecrîdeke mutleq li ser Rêber Apo heye. Em bi vê çalakiya xwe piştgirî bidin çalakiyên ji bo Rêber Apo tên lidarxistin. Em tecrîda girankirî û bêdengiya saziyên wekî CPT û Konseya Ewropayê ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst eşkere dikin.

Dewleta Tirk a faşîst nahêle Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe rehevdîtinê bike û hewl dide Rêber Apo ji cîhanê dûr bixe. Lê nikare pêşiya ramanên Rêber Apo bigire. Em ê her tim li qadan fikrên Onder Apo bibêjin.”