BI DÎMEN

Li Fransa û Awûstûryayê çalakî: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

Li Fransa û Awûstûryayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Li bajarê Draguignan ê Fransayê bi beşdariya parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş civîneke gel hat lidarxistin. Di civîna ku tecrîd hat nirxandin de gel eleqeyek mezin nîşanî da.

Di civînê de peyamên berfirehkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatin dayîn.

GRAZ

Kurdistaniyên li Hauplatz a bajarê Graz ê Awûstûryayê li hev civiyan, tecrîd û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Belavokên bi zimanê Elmanî yên têkildarî bêdengiya saziyên navneteweyî hatin xwendin û belavkirin. 

Di çalakiyê de peyama berfirehkirina pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin hat dayîn.