Li Londonê çalakiya ‘Têkoşîna li dijî tecrîdê' hat lidarxistin

Çalakiya ku her hefte li Londonê bi dirûşmey "Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn" tê lidarxistin, di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî" hat lidarxistin.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Çalakiya ku her hefte ji aliyê Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Komîteya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî û Meclîsa Gelê Kurd ve bi şiyara "Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn" li ber Pirtûkxaneya Woodgreen ê Londonê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê diyarî pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî hat kirin.

Li ser navê saziyan Hêlîn Pekoz axaftinek kir, bal kişand ser tecrîd û êrîşên li dijî girtiyên û got, “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin duqat û kûrtir e. Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tu agahî nayê girtin. Li Îmraliyê tu qanûn û hiqûq nayê sepandin.” 

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd jî Aso Kamalî axaftinek kir. Aso Kemalî da zanîn ku girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rêbertiya gelê Kurd wêdetir e û got, "Bi taybetî destkeftiyên wî bi qîmet in, ji ber ku ne tenê ji bo xurtkirina jinên Kurd, li dijî baviksalarî têkoşiya. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne tenê hewldana bêdengkirina Ocalan e, di heman demê de hewldana bêdengkirina hemû hêzên demokratîk ên li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşine. Lewma azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Li ser vê bingehê weke jinên Kurd li Îngilistan û cîhanê em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bidomînin.”