Li Luzernê li dijî tecrîdê çalakiya zincîra mirovan hat lidarxistin

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê tecrîd bi daxuyaniya çapemeniyê û avakirina zincîra mirovan hat şermezarkirin.

LI LUZERNÊ ZINCÎRA MIROVAN

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê di çarçoveya kampanya "Tîrêjên Roje" ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve bi boneya 2’yemîn salvegera pêngava ji bo azadiyê fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi daxuyaniya çapemeniyê û zincîra mirovan tecrîd hat şermezarkirin. Endamê Konseya KCDK-E Mûsa Farisogûllari di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin û banga mezinkirina têkoşînê kir û got, “Azadiya gel bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Ji bo vê jî divê em têkoşînê mezin bikin. Di vê çarçoveyê de tevlîbûna mîtîngên 12’ê Cotmehê li Baselê û 16’ê Mijdarê li Kolnê bên lidarxistin gelekî girîng e. Divê êdî em hemû ji bo vê yekê bixebitin."

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzern (CDK-Lucern) Gewher Alturk di çalakiya li Meydana Seebrucke hat lidarxsitin de axivî û got, "Em nikarin ji Rêberê xwe tu agahiyê bigirin. Em ji vir bang li CPT'yê dikin, bêdengiya we ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd hevpariya we nîşan dide. heta ku Rêberê me azad nebe em ê her tim azad bibin. Em ê li qadan bin.”

Piştre Kurdistanî hatin ber Gola Luzernê û silav ji Îmraliyê re şandin.

Piştî ku çalakî bi dawî bû, komek ciwan ala PKK'ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta "Freiheit für Öcalan, Freidenin Kurdistan" li ser Pira Seebrucke daliqandin.