BI DÎMEN

Di çarçoveya ji Rêber Apo re azadî de li Biefelê meş hat lidarxistin

Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo reazadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de meşeke dirêj hat lidarxistin.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Meşa li bajarê  Almanyayê Bielefeldê ji îstasyona Biefeld Herfordê dest pê kir heta Hauptbahnhofê dewam kir.


Kurdistanî û dostên wan ên ku beşdarî meşa 14 kîlometreyî bûn pankartên " Ji bo Azadiya Rêber APO em berxwedanê mezin bikin!", "Dijî dagirkerî, bijî berxwedana xweseriya demokratîk!", " Freiheit für Öcalan” hilgirtin.
Meşê çar saetan dewam kir û dirûşmên wekî “Bijî Berxwedane Gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin bilindkirin.