BI DÎMEN

Rojên ji Abdullah Ocalan re azadî li Awûstûryayê dewam dikin

Çalakiyên li Awûstûryayê yên di çarçoveya pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" dewam dikin. Serokê Civaka Azad Awûstûrya Ahmet Zîrek diyar kir ku komplo ji şerên îro ne qut e û got, "Erka me azadkirina Rêberê Gelê Kurd e."

ÇALAKIYÊN LI AWÛSTÛRYAYÊ

Li Awûstûryayê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" gelek çalakî hatin lidarxistin û wê bidomin.

Li Awûstûryayê li Viyana, Graz û Lînzê çalakiyên xwendina berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin lidarxistin.

-Li ser komploya navneteweyî û berxwedana Îmraliyê wê bi parêzerê Rêberê Gelê Kurd Cengîz Yureklî û Wekîlê Kamûran Tangan re hevdîtinên gel bên lidarxistin. 8’ê Cotmehê li Lînzê, 9’ê Cotmehê Viyanayê, 10’ê Cotmehê Grazê, St.Polten dê civîn bên lidarxistin.
-Bi wesîleya 10'ê Cotmehê Roja ji Ocalan re Azadî ya Cîhanê li navenda Viyanê wê 12'ê Cotmehê saet 16:00'an li ber parlamentoyê çalakiya navendî bê lidarxistin. Komplo li Lînz, Graz û Înnsbrûckê hat protestokirin. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de ji girtiyên nexweş ên li Tirkiye û Kurdistanê re peyama azadî û têkoşîna li dijî tecrîdê hatin dayîn.

'KOMPLO JI ŞERÊN ÎRO RE NE QUT E’

Serokê Civaka Azad a Awûstûryayê Ahmet Zîrek têkildarî amadekariyên çalakiyê yên Awûstûryayê û komploya 9'ê Cotmehê nirxandin kir.

Ahmet Zîrek got, "Komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de pêk hat, di rastiyê de destpêka ji nû ve dîzaynkirina vê pergala cîhanê bû û ev komplo li dijî Rêberê Gelê Kurd pêk hat. Dema em li Rojhilata Navîn û şerên li cîhanê dinêrin. Piştî komploya navneteweyî sîstem di serî de Efganistan û Iraqê hewl da sîstema wir dîzayn bike. Dewleta Tirk li Îmraliyê gardiyantiyê dike. 
Ji ber ku paradîgmaya nû li dijî vê pergalê alternatîfek e û li gor wê li Rojhilata Navîn Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û hemû miletên din dikarin lê bijîn, astenga herî mezin a li pêşiya avakirina pergala nû ya cîhanî ye. Liha tişta ku dikeve ser milê me û beşên din ên civakê ew e ku em xwedî li fikrên Rêberê Gelê Kurd derkevin û azadiya Rêber Apo pêk bînin. Da ku cîhanê ji vî şerî xilas bikin û aştiyê pêk bînin. Erka me azaakirina Rêberê Gelê Kurd e.
Starta rojên xwendin û famkirina Rêbertî dest pê kiriye û meha li pêşiya me ev ê li hemû herêmên me belav bibe. 2’yê Cotmehê li Graz, 3’yê Cotmehê Lînz, 4’ê Cotmehê Innsbruckê û herêmên din rojên xwendin û famkirina Rêbertî hatin lidarxistin. Her wiha ji aliyê heval û dostên enternasyonalîst jî roja xwendina Rêbertî di 3’yê Cotmehê de li Viyanayê pêk hat. Bi pêşengiya Tevgera Jinan a Avestayê di navbera 1 û 12'ê Cotmehê de wê bi giranî ev çalakî bên lidarxistin. Dîsa li Innsbruck, Graz, Linz û Viyanayê wê çend çalakiyên me hebin û herî dawî di 12'ê Cotmehê de wê li Viyana bi beşdariya hemû herêman meşeke navendî were lidarxistin.
Ji bo daxwazkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd em hemû Kurdistanî, welatparêz û hevalên xwe vedixwînin çalakiya xwe ya 12'ê Cotmehê ya li pêşiya parlamentoyê li dar bixin."