'Divê dawî li peymana Şengalê were'

Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî ya Ewropayê bi daxuyaniyekê got divê dawî li peymana ser Şengalê were.

Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî ya Ewropayê li dijî peymana PDK-Bexdayê ya li ser Şengalê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de peymana 9'ê Cotmeha 2020'an a li dijî Şengalê ya di navbeyna PDK-Bexdayê de hate bibîrxistin, hate gotin ti hikmê vê peymanê ji bo gelê Şengalê, gelê herêmê, Kurdan, hêzên sosyalîst û şoreşger nîne, divê demildest dewleta Iraqê û PDK dev ji peymanên kolekirinê biqerin.

Têkoîna Şoreşger a Yekbûyî her wiha got ew ê li bara şikandina vîna gelê Şengalê bêdeng nemînin û li dijî mêtingeriya Tirk bi dirûşma, ''Em faşîzmê hilweşînin, azadiyê pêk bînin'' bang li gelên Ewropa kir ku têbikoşin.