Di 'zexta bêsînor de' Tirkiye û Çîn cih nadin kesî
Rêxistina civaka sivîl a Emerîkî Freedom House ragihand di serî de li Tirkiyê û Çînê li dijî muxalefetê 'zexta navnetewî' her ku diçe zêde dibe.
Rêxistina civaka sivîl a Emerîkî Freedom House ragihand di serî de li Tirkiyê û Çînê li dijî muxalefetê 'zexta navnetewî' her ku diçe zêde dibe.
Freedom House têkilî 'zexta navnetewî' ku ji 1014'an ve li 31 welatan didome, bi berfirehî li ser 608 weqayan sekinî.
Di raporê de li ser wan welatan radiweste ku li derveyî welêt li dijî muxaleftê bi rengekî metodîk wan tacîz dike û helwest tê nîşandan ku ev welat ji cezanekirina ku her diçe zêde dibe, sûd werdigrin.
Li gorî raporê ev welat ji bo ku berê xwe bidin muxalîfan û aktivîstên sirgûn ji kanên hiqûqa navnetewî, zextên dualî, kontrola tora aşopî, tacîza fizîkî û çavtirsandinê sûd werdigire.
Freedom House ku li ser mafê mirovan pispor e, got, ''Di her rewşê de rayedarên li welatên serkanî, bi êrîşa fizîkî, çavtirsandinê, bi rengekî deryasayî dersînorkirin an jî vegerandinê, kuştinên gumanbar êrîşa fizîkî biriye ser kesên ku li derveyî welêt dijîn.''
Çîn di vê qadê de weke welatê herî xirab di raporê de cih digire, tê diyarkirin ev welat hemû derfetan li dijî muxalîfên derveyî welêt û aktivîstan bi rengekî metodîk bi kar tîne.
Di raporê de Tirkiye di rêza duyan de ye. Nexasim piştî hewldana darbeyê ya serneketî ya 2016'an tê destnîşankirin ku Tirkiye, ''tîrbûn, berfirehiya cografîk û geşedana bilez'' guheriye.
Di raporê de tê diyarkirin Enqere rêbazên, ''Kuştinê, dersînorkirinê, gefên fizîkî, betalkirina pasaportê, redkirina xwe gihandina xizmetên konsolosiyê'' bi kar tîne.
Di raporê de di nav wan welatan de ku bûne hedef Ozbekîstan, Ruanda, Rusya, Tacîkîstan, Îran, Siûdî û Tayland hene.
Freedom House helwesta nîşan da û got Çîn, Rûsya, Tirkiye jî di nav de 10 welat Înterpol ji bo ku xwe kirine weke amûrekê û li gorî raporê ev welat bi rengekî bêbingeh muxalîfan dixe nav lîsteya sor.