BI DÎMEN

Di Newroza Lozanê de bê navber dirûşmeyên berxwedanê hatin berzkirin

Cejna Newroz ku sembola vejîn û berxwedanê ye, li Lozanê hate pîrozkirin.

ŞAHIYA NEWROZÊ

Kurdistanî şahiyên Newrozê li Swîsreyê didomînin. Newroz di nava hefteyê de li dehan bajaran hate pîrozkirin. Li bajarê Lozanê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin.

Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-LN) û Meclîsa Jinan a Lajîn li Parka Montbenonê hatin ba hev û li vir meşeke meşaleyî lidar xistin. Beriya meşê li ser navê Komîteya Amadekar axaftin hate kirin û wiha hate gotin: “Newroz ji bo gelê Kurd sembola berxwedanê ye.” Piştî axaftinê girse bi meşaleyan û bi berzkirina dirûşmeyan ji vir ber bi Qada Rîponne ve meşiyan ku şahî wê lê were lidarxistin. Gel meşvan pêşwazî kirin û li vir demek dirêj dirûşme berz kirin. Hevserokên CDK-Lozanê Newroza gel pîroz kirin.

Piştre koroya zarokan derket ser dikê. Zarokan strana Sînorên Ava Deryayî ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin, gotin.

Piştre saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Swîsreyê derketin ser dikê û axivîn. Ji Meclîsa Neteweyî ya Partiya Sosyalîs û Sekreteriya Giştî Jean Tschopp, Serokê Partiya Karkeran POP David Payot, li ser navê Partiya Ensemble à Gauche (Yekîtiya Çepê) Hadrîen Bûclîn, li ser navê Greva Jinan a Swîsreyê Tamara Knezevîc û nûnerên Komîteya Koordînasyona Tamil a Swîsreyê mafê axaftinê girtin û bi peyaman Newroz pîroz kirin. Siyasetmedaran ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam dan û diyar kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê ew bi berxwedana gelê Kurd re ne.

Piştî axaftinan li Qada Rîponneyê agirê Newrozê hate vêxistin. Di coşa Newrozê de bi stranên hunermend Faqîn Azad û Koma Azad govend hate gerandin û şahî heta derengî şev dewam kir.