Meclîsa Federal a Elman bi pêşengiya Partiya Çep û Weqfa Rosa Luksembûrgê mêvandarî ji konferansekê re kir û navê "Perspektîf û firsendên rojane ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn" lê hate kirin.
Konferans li avahiya "Marîe-Elîsabeth-Luders-Haûs" a meclîsê pêk hat û tevî nûnerên hêz û partiyên Kurdan, siyasetmedar û pisporên Elman jî tevlî bûn.
Konferans bi însiyatîfa Parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer hate lidarxistin û tevahiya rojê panel li ser mijarê tên lidarxistin.
Parlamenter Sommer destpêkê axivî û bal kişand ser dîroka pirsgirêka Kurd.
Sommer qala polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên hêzên mêtinger ên li Kurdistanê kir û got, "Di konferansa xwe de tevî beşdarên ji Tirkiye, Sûriye û Iraqê em ê cih bidin perspektîfên dîrokî yên li ser rê û rêbazên çareseriyê û bi vê armancê nîqaşan bikin."
QALA QIRKIRINÊ HATE KIRIN
Ji amadekarên konferansê Gabrîele Kîckût a ji Weqfa Rosa Luksembûrgê kêfxweşiya xwe ya ji ber vê civînê anî ziman. Neviya Mahatma Gandhî Ela Gandhî û parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn peyam ji konferansê re şandin û peyamên wan hatin guhdarîkirin.
Di rûniştina destpêkê ya konferansê de dîroknas Îsmaîl Kupelî bi sernavê "Piştperde û sedemên pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn" axivî. Kupelî qala bûyerên piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn li Rojhilata Navîn qewimîn, parçebûna Kurdistanê û qirkirinê kir.
NÊZÎKATIYA ELMANYAYÊ HATE VEGOTIN
Bi moderatoriya rojnamevan Hannes Heîne panelek bi sernavê "Polîtîkaya Elman û pirsgirêka Kurd" pêk hat. Serokwekîla Meclîsa Federal Claûdîa Roth, Serokwekîla Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Federal Dr. Danîela de Rîdder û Berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Çep Stefan Lîebîch axivîn.
Roth a ji Partiya Kesk diyar kir ku divê êdî mafên demokratîk, siyasî û çandî yên gelê Kurd bên naskirin destnîşan kir, ku ew bi Kurdan re ye.
Roth gotina "Jibîrkirin mirin e, Kurdan ji bîr neke" ya Danîelle Mîtterrand bi bîr xist û diyar kir, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ew piştgiriyê didin endametiya Tirkiyeyê ya li nava Yekîtiya Ewropayê. Roth ragihand ku Elmanya di mijara Kurdan de xwedî siyaseteke berbiçav nîne û got, "Namzetiya Tirkiyeyê hêviyeke mezin da me, lê belê ev pêvajo bi dawî bû."
Roth bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Roth bang kir û got, "Divê bi ti rengî çekan nedin Tirkiyeyê."
RÎDDER A SPD'Î NEKARÎ BERSIVÊ BIDE PIRSA LI SER YPG'Ê
Rîdder diyar kir ku ew êrişên rejîma Erdogan ên li dijî Kurdan bi tundî şermezar dikin û îdîa kir, siyaseta derve ya Elman ji siyaseta Fransa û welatên din cudatir e. Rîdder ji bo çareseriya pirsgirêkan bal kişand ser diyaloga navbera parlamenteran. Li gorî Rîdder siyaseta derve ya Elman demên dawî guherî û Elmanya hîn bi rengekî hesas nêzî pirsgirêkên li cîhanê dibe.
Moderator Heîne pirsa "Em çima yekane welatê rojavayî ne ku ala YPG'ê qedexe kiriye?" Rîdder a SPD'î bersiv neda û got, "Hikumeta me ji Cotmehê ve firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandiye."
LÎEBÎCH: DIVÊ QEDEXEYA LI SER PKK'Ê BÊ RAKIRIN
Berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Çep Stefan Lîebîch anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkê divê qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin û sembolên tevgerên Kurd bên serbestkirin. Lîebîch diyar kir ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ne tenê pirsgirêka Kurdan e û bi bîr xist, dewleta Elman ne tenê piştgiriyê dide dewleta Tirk her wiha salên dawî piştgiriya rejîmên Sûriye û Iraqê jî kir û li pêşberî têkoşîna Kurdan bêdeng ma.
Lîebîch got, "Elmanya bi hêsanî dikare pêşengiyê ji çareseriya pirsgirêka Kurd re bike" û siyaseta bi nakok a hikumeta bi serokwezaretiya Angela Merkel rexne kir.
Lîebîch got, "Partiyan hemûyan ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê gotin, 'binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye', lê belê hikumeta Merkel nekarî helwesteke hevpar nîşan bide. Maas li Enqereyê bi Çavûşoglû re rûnişt û îdîa kir ku "operasyona dewleta Tirk wê dirêj nedome', lê belê ev dagirkerî ketiye sala duyemîn."
Lîebîch destnîşan kir ku ji bo dawî li şantajên Erdogan bê anîn divê tavilê Peymana Penaberan bê betalkirin.