Dengê daholê ji Tişrînê tê û dibêje ‘Em ji Mirinê Mezintir in’
Li Bendava Tişrînê dîrok bi ruhê Kobanê xwe careke din dubare dike. Dengê dahol û dîlana mezin tê ji Tişrînê û dibêje, "Em ji mirinê mezintir in."
Li Bendava Tişrînê dîrok bi ruhê Kobanê xwe careke din dubare dike. Dengê dahol û dîlana mezin tê ji Tişrînê û dibêje, "Em ji mirinê mezintir in."
Di 8'ê Kanûna 2024'an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên bi navê SMO'yê bi rengekî hov êrîşî bendava Tişrînê kirin. Di encama van êrîşên nemerdane de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê elektrîk û li gelek deveran jî av qut bû.
SMO KÎ YE?
SMO, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker e ku ji bo pereyan şer dikin. Ev ne ji bo Sûriyeyê şer dikin, di bin fermana dewleta Tirk a faşîst de ji bo berjewendiyên wan diçin mirinê. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya SMO'yê Mîsaq-î Milî vegerin împaratoriya Osmaniyan. Mîsaq-î Milî ji bajarê Helebê destpê dike û heta bajarê Mûsilê dirêj dibe. Bi rêya van çeteyên kirêkirî, dixwazin tevahî planên xwe pêk bînin, ew çete jî ji bo pereyan berê xwe didin mirinê.
BENDAVA TIŞRÎNÊ
Li Bendava Tişrînê bi destê şervanên QSD û YPJ'ê destanên dîrokî tên nivîsandin, rojane derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker tên xistin. Di nava dilê Tişrînê de, ruhê 2014'an a berxwedaniya Kobanê heye, ew berxwedaniya ku 134 rojan dewam kirî, li tevahiya cîhanê veguherî serkeftinekê. Îro jî diyar dibe ku li Tişrînê serkeftinên dîrokî tên bidestxistin.
Di nava zor û zehmetiyên heyî de, berxwedaniya şervanan nehatiye sekinandin. Stranên ku ji bêhna azadiyê hatine hunandin, dirûşmeyên ku ji jiyanê hatine afrandin tên qîrkirin. Ji guliyên ku bi destê dîrokê hatiye hunandin, rêya azadiyê diyar dibe. Di nava her çeperê de hilma tolhildanê tê û dilsoziya ji ji bo cangoriyên azadiyê her kêlî gotina ‘Şehîd Namirin’ zelaltir dike. Niha tola wan ji dîrokê tê hilanîn. Xwatirxwestina dawî ya şervanan kîna hevrêyên wan a tolhildanê zêdetir dike. Vaye, dawiya dagirkeriyê li Tişrînê hatiye.
ÇÛYÎNA GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ LI BENDAVA TIŞRÎNÊ
Di 8'ê Çileyê de, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina kehrebe û ava xwe berê xwe da Bendava Berxwedaniyê Tişrînê. Ji bo astengkirina rêya konvoyên gel yên ku berê xwe didan bendavê, dewleta Tirk a dagirker serî li her rêbazê da. Destpêkê bi balafirên şer, piştre jî bi balafirên bêmirov, obus û hawanan gel hedef girt. Gel jî bi dirûşmeya "Berxwedan Jiyan e" herikî ber bi bendavê ve. Dayîk û bavên ku berê xwe dabûn bendavê bi yek dengî digotin, "Em ji Mirinê Mezintir in." Ji heft salî heta heftê salî, her kes li bendavê bû.
Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, zêdeyî 20 sivîl şehîd bûne û 200 jî birîndar bûne. Di nav wan birîndaran de rojnamevan û endamên tîmên ambulansê jî hebûn. Di zagonên navnetewî de hatiye diyarkirin ku ne rojnamevan ne jî ambulans tên hedefgirtin. Lê dewleta Tirk a dagirker hemû zagonên cîhanê binpê dike û da ku gelê li herêmê bike hedefa xwe, her serî li her cure rêbaza qirkirinê dide. Di 19’yê Kanûnê de du rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan ku rûyê rast ê dewleta Tirk a dagirker derdixistin holê, bûn hedefa faşîzmê û her du rojnamevan şehîd bûn.
BERXWEDANIYA BENDAVÊ
Ji hilma berxwedaniya bendavê ku bi hezaran gel ber bi wê hilma azadiyê ve çûn. Dayîk û bavan zarokên xwe li pey xwe hiştin û berê xwe dan bendava Tişrînê û tevlî wê berxwedaniyê bûn. Bi her êrîşa dewleta Tirk re azweriya gel a li wir zêde dibû, konvoy li pey konvoyê ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi qada berxwedanê diketin rê, li wir dîlana azadiyê li ber stranên şoreşgerî digirtin. Li pey her êrîşekê, gel birîndarên xwe radikirin û carna birîndaran jî birîna xwe vedişart da ku li ser bendavê bimîne û dîlana xwe bidomîne. Gelî piştî rakirina birîndarên xwe dîlanên xwe digerandin, stranên xwe yên şoreşgerî digotin û berxwedaniya xwe jî didomandin.
Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Bendava Tişrînê, li Pira Qereqozaxê jî bi rengekî hovane êrîş dike. Li Eyn Îsayê jî êrîşeke hovane li ser gundê El Cemasê pêk anî û di encama êrîşê de pitikê biçûk ê bi navê Ebdulrehman Ismaîl Hesen ê 6 mehî şehîd bû.