Defend Rojava: Li hemberî Erdogan em li Cenevreyê bicivin
Platforma Defend Rojava got ku “Li hemberî Erdoganê dîktator em li Cenevreyê bicivin.”
Platforma Defend Rojava got ku “Li hemberî Erdoganê dîktator em li Cenevreyê bicivin.”
Platforma Defend Rojava ji ber ku ew ê serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan tevlî forûma li Cenevreyê bibe, îro daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ew ê Erdoganê dîktator di 17-18’ê Kanûna 2019’an de tevlî Forûma Penaberan a Global a 1’emîn bibe. Erdogan qatilê jin û zarokan e. Erdogan ji 9’ê Cotmehê û vir ve li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî dermirovahiyê daye destpêkirin û gelê li wir qetil dike.”
Em bang li hemû demokrat, akademîsyen, nivîskar û hunermendan dikin ku di 17’ê Kanûnê de saet di 11.00’an de li Qada Placed des Natîons Geneve ya Cenevreyê em bicivin.”