Dagirkeriya qeyûm wê li Parlamantoya Swêde were gotûbêjkirin
Parlamentera Partiya Çepgir a Swêd Amîneh Kakabaveh bal kişande ser zext û zordariyên li ser HDP'ê û Kurdan û gotin,''Dewleta Tirkiyê ne ya hiqûqê ye, divê em bêdeng nemînin''.
Parlamentera Partiya Çepgir a Swêd Amîneh Kakabaveh bal kişande ser zext û zordariyên li ser HDP'ê û Kurdan û gotin,''Dewleta Tirkiyê ne ya hiqûqê ye, divê em bêdeng nemînin''.
Qirkirina siyasî ya li ser rêveber û endamên HDP'ê û DBP'ê û dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Kurd wê li Parlamentoya Swêd were nîqaşkirin.
Parlamentera Partiya Çepgir a Swêd di pêşniyarnameyeke niviskî zexta li ser HDP'ê û dagirkeriya qeYûm anî rojeva parlamentoyê.
Kakabaveh xwest ku Swêd ji bo ku girtiyên siyasî werin berdan û hevşaredar û rêveber werin ser karê xwe bi asta Yekîtiya Ewropayê hewl bide.
Kakabaveh got, ''Divê bêdengî bidawî bibe. Heta ku bêdengî hebe Erdogan wê zext û zordariyan bidomîne û mirovan bigire.''