Uta û Amara hatin bîranîn
Uta Schneiderbanger û Ekîn Ceren Dogrûak di slavegera 20'emîn a şehadeta xwe de hatin bîranîn.
Uta Schneiderbanger û Ekîn Ceren Dogrûak di slavegera 20'emîn a şehadeta xwe de hatin bîranîn.
Jin ên şoreşger Uta Schneiderbanger (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) ku 31'ê Gulana 2005'an li Başûrê Kurdistanê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, di salvegera 20'emîn de li bajarê Mulheim an der Ruhr ê Elmanyayê li ser gora Uta Schneiderbanger hatin bîranîn.
Jinên Kurd û jinên enternasyonalîst tevlî bîranînê bûn û diyar kirin ku wan têkoşîna Nûdem û Amara dewr wergirtine û mîrateya wan a enternasyonal îro jî rê nîşan dide.
Di axaftinan de qala jiyan û têkoşîna herdu têkoşerên azadiya jinê hate kirin û hate gotin, "Di şexsê Nûdem û Amara de em jinên ku di oxira azadiyê de têkoşiyan bi bîr tînin. Xeta wan îro li çar aliyên cîhanê ji meşa jinan re dibe ronahî."
Jinan kulîlk danîn ser gora Uta Schneiderbanger. Ji Tevgera jinên Kurd Jînda Pazarcik bi Kurdî axivî û anî ziman ku têkoşîna wan her roj mezin dibe, îro bi sedan jin ên enternasyonal li ser xeta Uta dimeşin.
Gulistan Kanîreş piştî Pazarcik axivî û di axaftina xwe ya bi Elmanî de got, "Eger îro dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li tevahiya cîhanê belav bûye, ev yek bi saya şehîdên hêja yên têkoşîna jinê bûye. Têkoşîna ku wan ji me re hiştiye bêguman tenê dirûşm nîne, em her roj wan bi bîr tînin."