BI DÎMEN

Şehîd Dersîm Nûrhaq û Karker Tolhildan li Berlînê hatin bibîranîn

Li Berlînê ji bo fermandarên şehîd Dersîm Nûrhaq û Karker Tolhildan ên ku bi helwest, lehengî û fedayîtiya xwe mohra xwe li ber xwe dane hatin bibîranîn û peyama: “Em ê ji bo avakirina jiyana azad têkoşîna xwe bidomînin” hat dayîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Fermandarê Akademiya Apollo Dersîm Nûrhaq ê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de 1’ê Cotmeha 2021’an şehîd bû û yek ji fermandarên damezrîner ên Yekîneyên Rizgariya Efrînê (HRK) Karker Tolhildan ê ku di 10’ê Hezîrana 2023’yan de li Efrînê şehîd bû, ji aliyê Meclîsa Jinan a Dest Dan û Nav-Berlînê li paytexta Elmanya Berlînê hatin bibîranîn.

Tevî malbatên şehîdan gelek Kurdistanî û dostên wan di bîranînê de amade bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre bi axaftinan dewam kir.
Di destpêkê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Dayika Şemsê axivî û got, “Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û bi hilgirtina ala têkoşînê ya şehîdên xwe xeyalên wan pêk bînin. Ji ber vê yekê divê em li her derê, li her qadê, li her kolan û qadan bi şehîdên xwe û xeyalên wan re bijîn.”
Birayê Dersîm Nurhaq Denîz Înan jî wiha got: “Ji bo ku fikir, bîrdozî û jiyana xwe ya azad misoger bike, emrê xwe bi partiyê re derbas kir. Di vê têkoşînê de li her derê Kurdistanê cihê xwe girt û gihîşt şehadetê.”
Li ser navê malbata Karker Tolhildan Engîn Ulugana axivî û hestên xwe wiha anî ziman: “Tevlîbûna Karker ne hestyarî, îdeolojîk bû. Endamekî ji malbata ku bi komkujiyan re rû bi rû maye bû. Ji ber vê sedemê ew kesekî pirs dikir, lêkolîn dikir û xwende bû. Dema ku lêkolîn kir, xwe dît û beşdarî têkoşîna azadiyê bû. Berê jî tevlîbûn û şehîdên malbatê hebûn. Xwişkeke din a Karker 2 sal berê şehîd bû. Karker navê xwe ji mamê me yê ku berê şehîd bûye girtiye. Heta ku em azadiyê bi dest bixin wê ev têkoşîn bidome.”

Endama TekoJIN jî di bîranînê de axivî û got, “Divê em ji xwe bipirsin ka em jiyanek çawa dixwazin. Ciwanên me niha li dîasporayê jiyaneke çawa dijîn? Piştî van pirsan em vê jiyanê qebûl nakin. Hevrêyên me Dersîm û Karker ên ku ev jiyan qebûl nekirin, li xaka azad jiyana xwe ji dest dane, şehîd bûne. Weke jinên ciwan em ê li Kurdistan, Tirkiye û li dîasporayê jiyana azad ava bikin. Em ê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin û şopdarên rêya wan bin.”

Di bîranînê de Zafer Karakaya helbesta "Strana Kesên Dimeşin Serkeftinê" ya ji aliyê damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan ve hatibû nivîsandin, xwend. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.