Çelenga reş li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Berlînê hat danîn

Kurdistaniyên li Berlînê ku Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê protesto kir, Sema Alp, Mûstafa Kûrt, Ahmet Acar û Sînan Karakûş ku li ber Balyozxaneya Îsraîlê hatin qetilkirin, bi bîr anîn û çelenga reş danî ber balyozxaneyê.

Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî ku sala 1999’an li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, li gelek welatan hat protestokirin. Li Berlîna paytexta Elmanyayê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Kurdên li Berlînê dimînin, Sema Alp, Mûstafa Kûrt, Ahmet Acar û Sînan Karakûş ku 17’ê Sibata sala 1999’an li ber Balyozxaneya Îsraîlê çalakiyeke protestoyî li dar xist û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin qetilkirin, bi bîr anîn. Di her salvegera şehadeta welatparêzan de, Kurdistanî li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya Berlînê çalakî li dar dixin. Kurdistaniyan, îsal jî her 4 şehîd bi bîr anîn û çelenga reş danî ber balyozxaneyê.

Meclîsa Jinan Dest Dan û Meclîsa Berlînê Nav jî tev li çalakiyê bûn. Çalakî, bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Bi pişt re Endamê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî. Yilmaz, got: “Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bila serê hemû Kurdan sax be. Îro ku sala 24’emîn a Komploya Navneteweyî ye, em ê şehîdên xwe jî bi bîr tînin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, ev têkoşîn wê berdewam be.“

Çalakgeran, çîçek danîn cihê ku her çar Kurd lê hatine qetilkirin û dirûşmeya “Îsraîla kujer“ û “Şehîd namirin“ berz kirin.