Kurdên li Atînayê ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanyaya alîkariyê kir

Kurdistaniyên li Atînayê dijîn, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re dest bi kampanyaya alîkariyê kirin.

Kurdistaniyên li paytexta Yewnanistan Atînayê dijîn ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re dest bi kampanyayê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de Kurdan li gelek kolan û cihê metroyê belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin.

Ciwanan der barê kampanyayê de daxuyanî dan û gotin: “Di encama erdhejê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran mirov jî di bin kavilan de ne. Em weke Kurdistaniyên li Atînayê dijîn, ji malbatên xizmên xwe di vê erdhejê de winda kirine re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Ne erdhej, lê desthilat mirovan dikuje. Em her kesê vedixwînin piştevaniyê. Werin em piştevaniya xwe bi Heyva Sor a Kurdistanê re bikin.“