Şaredariya Lozanê ji bo mexdûrên erdhejê bi Heyva Sor re bû alîkar

Şaredariya Lozanê ragihand ku ji bo bigihîne ber destên mexdûrên erdhejê, biryar daye ku 80 hezar Frank bide Heyva Sor û Medaîrê ku saziyên alîkariyê ne. Aktîvîst, çûn serdana konê ku ji bo alîkariyê hatiye vedan û pere bexş kirin.

Şaredariya Lozanê ya Swîsreyê ku di daxuyaniyê de ku ji bo agahdakirinê da û ragihand ku li Tirkiye û Sûriyeyê ku erdhej lê rabûye, bi lezgînî pêdivî bi alîkariyê heye, lewma ji bo bigihîne ber destên mexdûrên erdhejê, 80 hezar Frank daye Heyva Sor û Medîar ku saziyên alîkariyê ne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî erdheja 6’ê Sibatê li Tirkiyeyê rabû û li bakurê Sûriyeyê xist, şaredariya me biryar da ku ji bo mexdûrên erdhejê bi lêzgînî bibe alîkar. Bi rêxistina Medaîr re ku navenda xwe li bajarê Ecûblensê ye û bi Heyva Sor a Kurdistanê re ku li Lozanê ye 80 hezar Frank alîkariye hatiye kirin.“

Encumena Şaredariya Lozanê Sevgî Koyûncû got: “Alîkariya ku şaredariyê bi mexdûrên erdhejê re kiriye, gelek giring e. Divê saziyên Swîsreyî li alîkariyê dewam bikin.“ Derya Çelîk ku encumeneke Kurd a şaredariyê ye, behsa giringiya bexşa ku hatiye kirin, kir. Çelîk diyar kir ku ji bo dewleta Tirk rê bide saziyên civaka sivîl jî divê hewil bê dayîn.

PIŞTGIRIYA JI BO KAMPANYAYA HEYVA SOR ZÊDE DIBE

Piştgiriya ji bo kampanyaya Heyva Sor a Kurdistanê ku ji bo mexdûrên erdhejê daye destpêkirin, her ku diçe zêde dibe. Jinên Kurd ku li bajarê Zurîh ê Swîsreyê dimînin, xwarina ku li malê çêkir, li Albîsrîederplatzê stand danî û firot û pereyê ku jê hat bexşê Heyva Sor kir. Komeke dostê Kurdan a bi navê Kochareal, serdan li standê kir. Dostên Kurdan ên di nav komê de, alavên li bazarê di nav hev de berhev kiribûn firotin û hezar û pêncsed Frank bexşê Heyva Sor kir.

Kesên cur bi cur serdan li standê kir. Endamê Kampanyaya Azadî ji bo Abdullah Ocalan û Koordînatorê Navenda Edaleta Civakî ya Mathareyê Gacheke Gachîhî yê Kenyayî, Alternatîve Sangam a Hindistanî, Aktîvîstê Kolektîva Altenatîvan Thomas Franco û Pûeblos en Camino/Soledades en Plûral a Kolombiyayî û endamê Peoples on the Path and Plural Solitudes Manûel Rozenta, serdan li standê kir.