Li Atînayê Meşa Dirêj bi dawî bû: Berxwedana me wê heta azadiyê bidome

Meşa Dirêj a 3 rojan a ciwanan a ji Kampa Lavrîo heta Atînayê bi dawî bû û peyama "Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê berxwedana me bidome" hat dayîn.

Meşa girseyî ya ciwanên Kurd ên li Yewnanîstanê ku li hemberî Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, dabûn destpêkirin, bi dawî bû.

Meşa girseyî ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a Atînayê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li Lavrîoyê destpê kir, di roja seyemîn de bi sedan Kurd, Yewnan û şoreşgerên Enternasyonalîst li qada Akademîa li hev civiyan û ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiyan.

Çalakvan di dema meşê de eleqeyeke mezin dîtin û bi dirûşmêyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre Komplo”, "Bê Serok jiyan nabe" , "Faşist Erdoğan" û “Dîktator Erdogan” gihiştin Konsolosxaneya Tirk. Li vir li hemberî dewleta Tirk dirûşme hatin berzkirin.

Daxuyaniya çapemeniyê di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de hat dayîn.

Îsmet Akkûrt li ser navê çalakvanan daxuyanî da. Akkûrt Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir û wiha got: “Ew komplo di şexsê Serok Apo de li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. Polîtîkaya ku di şexsê Rêbertiyê de tunekirina gelê Kurd e. Serok Apo û gelê Kurd li dijî vê komploya qirêj bi berxwedan û biryardariyeke mezin bersiv dane. Dewletên komploger, qirker, kedxwar û netewperest li hemberî têkoşîna me têk çûn. Berxwedana me heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê bidome.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê girse meşa xwe ya 3 rojan bi dawî kirin û derbasî Kampa Lavrîo bûn.