Li Ewropayê Komploya 15’ê Sibatê tê protestokirin - HATE NÛKIRIN - I

Li gelek welatên Ewropayê Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan tê protestokirin.

Salavegera 24’an a Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyan tê protestokirin. Li Berlîna paytexta Elmanyayê, Stûttgart, Darmstadt û Dûîsbûrgê û Parîsa paytexta Fransayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

STÛTTGART

Navendên Civaka Kurd ên Demokratîk ên Stûttgart û Esslîngenê, Komploya 15’ê Sibatê li Konîgstrasse ya Stûttgartê protesto kir. Kurdistaniyan, bi deqeyekê rêz ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê girt û pankartê li ser “Em, 15’ê Sibatê ku li dijî Abdullah Ocalan e bi temamî şermezar dikin“ nivîsandî, vekir.

Her wiha dowîzên li ser “Roja Reş“ nivîsandî û flamayên bi daxwaza azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatin hildan. Di daxuyaniya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hat dayîn de, sersaxî ji bo yên xizmên xwe ji dest dane hat xwestin û behsa giringiya xurtkirina piştevaniyê hat kirin. Çalakger, bi pişt re çûn serdana konê alîkariyê ku ji bo mexdûrên erdhejê hatiye vedan.

DARMSTADT

Bi organîzekirina Meclîsa Jinan a Sarayê û Meclisa Gelê Kurd, li Darmstadtê mîtîngeke protestoyî hat lidarxistin. Li mîtîngê, hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Sibata sala 1999’an bi destên dewletên navneteweyî hatiye revandin û li Îmraliyê hatiye ragirtin û rû bi rûye tecrîdeke giran e û du sal in ku tu agahî jê nayê wergirtin.

Kurdistaniyan got “Bila demildest hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin, dem, dema azadkirina Rêber Apo ye. Heta Rêber Apo serbest neyê berdan yek ji me jî ne azad e.“

Li mîtîngê, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bêyî Serok jiyan nabe“ û “Azadiya Serok Apo, azadiya me ye“ hatin berzkirin.

PARÎS

Komploya Navneteweyî ku 15’ê Sibata sala 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn, li Parîsa paytexta Fransayê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên xwe ku li Saînt-Denîs a Strasboûrgê hatin ba hev, alên ku wêneyên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bûn, hildan û pankartê li ser “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin“ nivîsandî, vekir.

Ji bo kesên di erdhejê de li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin û bi şûn de, danezaneke bi Fransî ya li ser komployê hat xwendin.

Piştre Hevseroka Konseya Demokratîk a Kurd Xanê Akdogan daxuyanî da. Akdogan wiha got: “Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe û şer bi dawî bibe, divê Rêber Apo azad bibe. Em gelê Kurd bang li CPT, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku demildest helwest bigirin, dawî li êşkenceya li Îmraliyê bînin û di zûtirîn demê de şandeyekê bişînin Îmraliyê. Di heman demê de em bang li sazî, sendîka û partiyên navneteweyî, aktîvîstan û demokrasîxwaz û mafparêzan dikin ku ji bo azadiya Ocalan û anîna dawiyê li tecrîdê, bi awayekê çalak tevlî kampanyayan bibin.“

Çalakî, bi dirûşmeyên “Azadî ji bo Ocalan“ û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

DÛÎSBÛRG

Komploya 15’ê Sibatê, li bajarê Duîsbûrg ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin. Kurdistaniyên li Dûîsbûrg û Dusseldorfê, tev li çalakiyê bûn. Di dema çalakiyê de tim û tim dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Çalakî, piştî xwendina danezena KCDK-E’ê û axaftina Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê, bi dirûşmeyan bi dawî bû.

BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê Komploya Navneteweyî ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hate girtin, bi boneya salvegera 24’an hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Meclîsa Jinan Dest-Dan û Nav Berlîn’ê (Meclîsa Kurdistaniyên Azad) li Alexanderplatzê hatin ba hev û got: “Em ê di salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî de tecrîdê bişikînin û azadiya Ocalan mîsoger bikin.”

Piştî rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê, daxuyanî hat dayîn.

Endamê Meclîsa Nav Berlîn Mazlûm Karagoz di çalakiyê de axivî û got, “Gelê Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberê faşîzma Tirk, ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe. Heta ku tecrîd bidome û şandeyên navneteweyî daxuyaniyan nedin, em ê li ber xwe bidin.“

Endamê Meclîsa Nav Berlîn Huseyîn Yilmaz jî mafê axaftinê girt û wiha got: “Armanca hêzên navneteweyî ew e ku bi komploya di şexsê Rêberê Gelê Kurd de, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dîl bigirin û şerê heyî bidomînin. Em ji vê derê kesên ku di Komploya Navneteweyî de cih girtine û bêdeng mane, şermezar dikin. Hebûna gelê Kurd, girêdayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê divê em li dora Rêber Apo kom bibin û heta bidestxistina azadiya wî li têkoşîna xwe dewam bikin.“

Ji serî ta bi dawiya mîtîngê, dirûşmeyên "Bêyî Serok jiyan nabe’’, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

HAMBÛRG

Di salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li Hambûrgê mîtîngeke protestoyî hat lidarxistin.

Siyasetmedar Selma Irmak, li mîtîngê axivî, got ku tecrîda li Îmraliyê berdewam e, li dijî hemû Kurdan e û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, vîna Kurdan e. Irmak bi domdarî anî ziman ku Kurd wê tu car xwe teslîmê faşîzmê nekin.

Irmak, da xuya kirin ku di erdhejê de ku navenda wê Mereş e, Kurd bi tenê hatine hiştin û bang kir ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê piştgirî bê kirin.

Nivîskar Anja Flach jî got ku tecrîd sûcek e li dijî mirovahiyê.

Mîtîng bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî Koploya 15’ê Sibatê bi çalakiyekê hate protestokirin. Çalakî li ber îstegeha trenê ya navendî ya Kolnê hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Viyan, MLKP û TJK-E’yê axaftin hatin kirin û tecrîda girankirî hate şermezarkirin.

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşa meşaleyî hate protestokirin. Bi sedan Kurdistaniyên danê êvarê li ber Albertînaplatzê hatin ba hev, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ berz kirin.

Berî meşê girseyê ji bo giyanê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê rêz girt û der barê Komploya 15’ê Sibatê axaftin hatin kirin. Di meşê de timî dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe”, “Es lebe Öcalan”, “Bijî Serok Apo” û “Freiheit für Öcalan Frieden in Kurdistan“ hatin berzkirin.

Meşa ji Albertînaplatzê dest pê kir heta Karlsplatzê berdewam kir. Li vir aktivîstên TCŞ û FEY-KOM’ê daxuyanî dan. Di axaftinan de hat gotin, “Hebûna gelê Kurd bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, êdî dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye. Heta ku Rêbertî azad nebe yek ji me azad nabe."

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.