Li Londonê Konferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan dest pê kir

Konferansa Azadî ji bo Ocalan, tevî ewqas astengiyan, bi pêşengiya sendîkayan û Meclîsa Gelê Kurd, li Londonê dest pê kir.

Bi organîzekirina Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê û sendîkayên bi milyonan endamên wan hene, di salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Konferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a duyemîn li Londonê hat lidarxistin. Hat xwestin ku konferans bi mazûvaniya Lord Maûrîce Glasmanê ji Partiya Karkeran li Kamaraya Lordan bê lidarxistin. Lê hat îdiakirin ku Serokê Koma Partiya Karkeran Chîef Whîp, bi îdiaya ku têkiliya xwe bi ‘PKK’ê re heye, zext li wan tê kirin û ji bo li parlamentoyê neyê kirin wî jî zext kiriye.

Lewma yên konferans li dar xist, tevî zextan biryar da ku konferans li Otela Marlen a li nêzê avahiya parlamentoyê bê lidarxistin. Akademîsyen, Kongra-Star-KCDK-Başûr, PJAK, Meclîsa Jinan a Jiyanê, nûnerên komên enternasyonel û gelek kes tev li konferansê bûn.

Armanca bi konferansê ew e ku axavtvanên hem ji Ewropayê, hem jî ji Îngilistanê ku Lord Maûrîce Glasman, Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy, Osman Baydemîr û Parlamenter Jeremy Corbyn jî di nav de ne, bên ba hev.

Konferas li Marlen Otelê dest pê kir. Destpêkê Lord Maûrîce Glasman axivî. Glasman bi tundî bertek nîşanê astengkirina konferansê da ku çima nehiştine li parlamentoyê li dar bikeve û got ku Chîef Whîp lê geriyaye û daye zanîn ku sedema vê ferasetê piştgiriya partiya ya ji bo NATO’yê û endamtiya NATO’yê ya Tirkiyeyê ye. Glasman diyar kir ku ev biryar di heman demê de biryara dewleta Îngilistanê ye û got: “Kurd, her dibêjin, ‘ji bilî çiyayan me tu dost nîn e’. Dostên we yên mîna min, bi we re ne. Ez ê bi têkoşîna we re bibim piştgir.“

Mafparêz Margaret Oven ku piştî Glasman axivî, bertek nîşanê biryarê da û behsa giringiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî û azadiya gelan li Rojhilata Navîn, kir.

‘KAMPANYA BI DU SENDÎKAYAN DEST PÊ KIR Û GIHÎŞT BI MILYONAN KESAN’

Panel, bi sernavê “Abdullah Ocalan kî ye?“ dest pê kir. Nûnera Kampanyaya Azadî ji bo Abdullah Ocalan Clare Baker axavtina destpêkê ya panelê kir. Baker, îşaret bi xebata têkildarê Kampanyaya Azadî ji bo Abdullah Ocalan a sendîkayan kir û got ku kampanya bi du sendîkayan dest pê kiriye û niha bi tevlêbûyîna 16 sendîkayan 6 milyon endamên xwe yên rêxistinkirî hene, berdewam e. Baker, bal kişand ser erdheja li Kurdistanê û anî ziman ku hikûmeta Erdogan nahêle alîkarî û piştevanî bên kirin û bawerî bi Erdogan nayê.

‘TECRÎDEK E KU AQLÊ MIROV NAGIRE’

Parlamenterê HDP’ê yê berê û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, behsa felaket û bandora erdhejê li Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Baydemîr destnîşan kir ku di serî de Heyva-Sor, rêxistinên Kurdistanî bi hev re dibin piştevan û spasiya hemû gelan kir ku dibin piştevan û da xuyakirin ku aqlê mirov tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nagire û tecrîd li dijî peymanên navneteweyî ye û mafên mirovan e.

‘SÛCEKÊ NAVNETEWEYÎ LI DIJÎ ABDULLAH OCALAN TÊ KIRIN’

Mafparêz û Parêzer Maaha Elah diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekê neqanûnî hatiye girtin û tecrîdkirina wî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û wiha got: “Kesek ku cezayê hetabihetayê lê bê birîn, bi dîroka dawîn a cezayê xwe dizane. Lê Abdullah Ocalan qewilê cezayê xwe jî nizane. Ev pêkanîna nemirovî ya li dijî Abdullah Ocalan, li girtiyên din jî tê kirin. Mafê parastinê yê Abdullah Ocalan tê astengkirin.“

Elah di dewama axavtina xwe pêşkêşiyên xwe yên têkildarê girtîgehên Tirkiyeyê û jinan kirin.

‘ROLÊ ABDULLAH OCALAN JI BO AZADIYÊ GELEK GIRING E’

‘Rûniştina duduyan a konferansê jî bi sernavê “Konfederalîzma Demokratîk-Rêyek ji jiyana bi aramî li Rojhilata Navîn“ hat kirin. Parlamentera Partiya Karkeran a Parlamentoya Ewropayê ya berê Jûlîa Word ku demên cuda çûye Tirkiyeyê û berdevkiya şandeyên Îmraliyê kiriye, axivî. Word, îşaret bi têkiliya siyasî ya dewleta Tirk û Îngilîz kir.

Parlamenterê Sînn Feînê Chrîs Hazzard got ku ji ber rizîna rejîma Erdogan di erdhejê de bi milyonan kes rû bi rûyê felaketeke mezin bûne. Hazzard her wiha bi lêv kir ku ji bo aştî û azadiya li Rojhilata Navîn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rolekê xwe yê giring heye.

‘PIRSGIRÊK BI FIKIRÊN ABDULLAH OCALAN ÇARESER DIBIN’

Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy ku bi rêya Skype’yê tev li konferansê bû, rewşa dawîna felaketa ji ber erdhejê qewimiye, ragihand û got: “Li Tirkiyeyê heta bi niha ne bi tenê hezar kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest daye, mirov di bin avahiyan de nemane, di heman demê de hilweşîna dewletê ye di warê aborî, civakî û demokratîk de û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan fikirek e û dewleta Tirk vê fikrê dîl digire. Fikirên Abdullah Ocalan ji sînoran derbas kiriye. Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya Rojhilata Navîn e. Bi fikirên Ocalan, hemû pirsgirêk çareser dibin.“

Endama KNK’ê ya berê Zeyneb Mûrad Sahrab jî got ku KNK, perçeyekê fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bal kişand ser jiyana ekolojîk a bi rengê jinan li Rojava û paradîgmaya azadîxwaziya jinan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Rojava çawa cih bi cih bûye. 

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Omer jî behsa behsa paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pergala konfederal a Rojava kir. Omer destnîşan kir ku demokrasiya radîkal li Rojava tê pêkanîn, hemû gel, reng û ziman û bawerî bi hev re wekhevî dijîn û pergala hevserokatiyê li her derê tê pêkanîn.