Li Erîvanê komploya 15'ê Sibatê hat protestokirin

Li Erîvanê, bi çalakiyekê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protetsokirin.

Kurdên li Erîvanê dijîn, bi meşekê Komploya Navnetewey ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protetso kirin. Meş di saet 13:00’an de li kolana Hanrapetutyan Hraparak heta Kolana Petros Adamyan ku nûnertiya Neteweyên Yekbûyî lê ye, berdewam kir.

Di dema çalakiyê de Parlementer Kinyaz Hesanov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û endama Yekîtiya Jinên Azad Seryan Celad axivîn.

Di axaftinan de hêzên komploger hatin protestokirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

Çalakvanên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz kirin, sersaxî ji kesên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane re xwestin.

Piştî axaftinan dosyayekî pêşkesî NY’ê kirin. Di dosyayê de wiha hate gotin: “Em gelê Kurd û saziyên wê dibêjin ‘xwedî li erka xwe ya mirovahiyê derbikevin.’ 24 sal in li Îmraliyê tecrîdekî giran li ser Rêbertiya me heye. Rêber Apo îradeya milyonan e.

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Faşîst Erdogan” bi dawî bû.