Cuma Tak li Strasburgê qala xeta berxwedana 14’ê Tîrmehê kir

Cuma Tak diyar kir ku xeta 14’ê Tîrmehê îro referansa berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê ye û wiha axivî: “Ji bo berxwedana li dijî dagirkeriyê, misogerkirina azadiya Rêber Apo û bi hezaran hevrêyên me yên li zindanan, divê her Kurdên bi rûmet dîroka b

Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li bajarê Strasburg ê Fransayê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasburgê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hate pêşandan. Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak ku yek ji berxwedêr û şahidên wê serdemê ye, li ser bûyerên wê demê û girîngiya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê axivî.

Cuma Tak wiha axivî: “Ev roj weke Roja Rûmeta Neteweyî ya gelê me tê qebûlkirin, em berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin ên 14’ê Tîrmehê hevrê Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bibawerî û vîna mezin, bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê di her şert û mercî de layiqî wan bin. Bi vê wesîleyê em Roja Rûmetê di serî de li Rêber Apo, hemû gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin.”

GELEK ALIYÊN KU 14'Ê TÎRMEHÊ BÊ FÊMKIRIN HENE

Cûma Tak wiha axaftina xwe domand: “Mafê wan ê jiyanake xweş bijîn hebû û bi hezkirina jiyanê tijî bûn. Çawa bû ku wan ciwaniya xwe ji bo azadiyê feda kirin. Ev ne tiştekî ku bi çend gotin û hevokan bê ravekirin e. Ew ruhek e. Ev hesta berpirsiyariya dîrokî ye. Ev mirovên hêja xwe li hember mirovahiyê berpirsyar dîtin. Em nikarin bibêjin ku me hîna jî 14’ê Tîrmehê ji gelek aliyan ve derxistiye zanyariyê. Gelek aliyên ku divê werin fêmkirin hene. Her ku dîrok pêş dikeve wate, girîngiya 14'ê Tîrmehê çi afirandiye û çi hatiye armanckirin gav bi gav tê fêmkirin."

GERÎLA RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ LI SER PIYAN HIŞT

Tak anî ziman ku girtî û gelê Kurd di rojên destpêkê yên berxwedanê de bi qasî tê xwestin 14'ê Tîrmehê fêm nekirin û wiha domand: “Gerîlayên azadiyê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û her cure îxanetê li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin. Gerîla ruhê 14’ê Tîrmehê zindî dihêle û li ser piyan hiştiye. Divê em vê yekê baş fêm bikin.”

Cûma Tak bal kişand ser berxwedana gerîlayên azadiyê ku bi salane li dijî her cure taktîkên şerê qirêj û çekên qedexekirî yên artêşa 4’emîn a herî mezin a NATO’yê li ber xwe dide û wiha pêde çû: “Ev têkoşîn  tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê bûye hêviya azadiyê. Ji bo fêmkirina vê divê pêşî 14’ê Tîrmehê were fêmkirin.”

Cûma Tak tiştên ku beriya Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Kurdistanê qewimîn bi van hevokan vegot: “Di sala 1980’î de dewleta Tirk a faşîst a mêtinger ev yek baş dît. Li Tirkiyeyê têkoşîna azadiyê ya kedkar, karker, jin û gundiyan dihat meşandin û ev têkoşîn gelekî mezin bû. Ev têkoşîn bi têkoşîna Denîz, Mahîr û Îbrahîman pêş ketibû û gihiştibû qonaxeke wiha. Tirkiye ber bi şoreşê ve diçû. Dema em li Kurdistanê dinêrin, dibêjin, ‘Me wan kuşt, qedand, di binveşart.” Gelê Kurd di pêşengiya PKK’ê de ji nû ve vejiya. Şerê Rizgariya Neteweyî mezin kir. Niha dîsa derketiye ser dika dîrokê. Dewleta Tirk a mêtinger, faşîst li aliyekî, van her du gelan li dijî axa, beg û mêtîngerên Kurd berxwedana xwe mezin kirin. Dewleta Tirk a faşîst ev yek dît û di 12’ê Îlonê de darbeya leşkerî ya faşîst pêk anî. Faşîzmê hemû dewlet girt. Li hemberî hemû şoreşger û demokrasîxwazan êrîş pêk anî. Dewleta Tirk bi darbeya faşîst a leşkerî, artêşa Tirk li Kurdistanê kom kir û bajar bi bajar, bajarok bi bajarok ji nû ve dagir kir. Êdî Kurdistan bûbû qada operasyona artêşa Tirk. Armanca vê dagirkeriyê ew bû ku careke din kes behsa Kurdayetiyê neke. Kurdistan veguherandin navendeke vekirî ya êşkencexaneyê.”

Cûma Tak ji êşkenceyên dewleta Tirk di vê serdemê de li Kurdistanê meşand mînakan da û diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê îro li Kurdistanê heman polîtîkayê dimeşîne. Cûma Tak bi bîr xist ku li Kurdistanê rûmeta mirovahiyê hatiye binpêkirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst bi van êşkenceyan dixwaze birînên ku nayên dermankirin çêbike û anî ziman û hewl dide mirovan bîne asta ku êdî nema karibin li rûyê hev binêrin.

Tak bal kişand ser gotina dewleta Tirk; ‘Erê, Kurd jî mirov in, lê dema xizmeta me bike mafê jiyanê heye' û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi gotina 'Yên ku xizmeta me nekin mafê wan ê jiyanê tineye’ li Kurdistanê rûmeta mirovahiyê binpê dike.

Siyasetmedar Cûma Tak diyar kir ku rejîma faşîst a 12’ê Îlonê endamên PKK’ê, yanî her kesê ku li ber xwe didin kom kirin û Kurdistanê  veguherand zindanê. Tak anî ziman ku hemû avahiyên leşkerî kirin zindan û bi hezaran girtiyên Kurd di van zindanan de hilnehatin û wir kirin navendên êşkencexaneyê.

Cuma Tak anî ziman ku li Kurdistanê bi deh hezaran kes rastî êşkenceyê hatine û got, “Ti gelê me yê ku ji malên xwe hatin derxistin, xeyal jî nedikir ku careke din vegere malên xwe. "Yên ku karîbûn vegerin malên xwe piştî çend rojan ji îşkenceyê di bin birînên xwe de bûn û nîvmirî xuya dikirin," wî got.

Cûma Tak diyar kir ku dewleta Tirk jî armanc dike ku bi êşkenceyê di nava gelê Kurd de xeta îxanetê biafirîne û got, "Tevî van hemûyan gelê me yê bi rûmet li dora berxwedanê bû yek" û destnîşan kir, ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku ji wê demê ve mezin bûye. wê demê têkoşîna gel e.

ÇÎROKA ‘TESLÎMIYET DIBE XIYANETÊ, BERXWEDAN DIBE SERKETINÊ’

Cûma Tak anî ziman ku piştî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê li girtîgehan hovîtiyeke mezin pêk hat û wiha berdewam kir: “Zindana Amedê weke qada pîlotê hat hilbijartin. Bi hezaran mirovên me ji malên xwe hatin derxistin, wan avêtin zindanê û êşkence li wan kirin. Ev êşkenceya sîstematîk li vir bi şêwazên nû yên êşkenceyê ku hemû nirxên mirovahiyê binpê dike û ti carî ji aliyê hiş û wijdanê mirovan ve nayê qebûlkirin, dewam kir."

Cûma Tak di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku yên ku êşkenceyê re hatin derbaskirin anîn zindana Amedê. Tak got ku Mazlûm Dogan beriya ku êşkence dest pê bike bi wan re civîn çêkir û got ku “Ev der êdî ne zindan e. Em wek dîlên şer li vê kampê ne. Bi rêya me dixwazin PKK’ê dîl bigirin. Armanca wan di şexsê PKK’ê de tinekirina gelê Kurd e. Tenê derfetek me heye. Ev jî berxwedan e.”

Cuma Tak axaftina xwe wiha domand: “Bi vî rengî dirûşma 'Teslîmiyet dibe xiyanetê, berxwedan dibe serketinê' derket holê’. Mazlûm Dogan ji me re got, ‘Heke em kesek tenê jî bimînin em ê li ber xwe bidin. Piştî qonaxek din wê berxwedan bibe takekesî. Hûn di yek hucreyê de bin jî hûn ê nûnertiya gelê Kurdistanê û PKK’ê bikin’.”

Cuma Tak  got, “Bi ruhekî wiha me xwe ji berxwedanê re amade kir” û wiha dewam kir: "Li aliyekê li Girtîgeha Amedê PKK'ya ku rûmeta mirovahiyê temsîl dike; Li aliyê din dewleta Tirk a ku bêrûmetî, êşkence û faşîzmê temsîl dikir hebû.”

FELSEFEYA ‘EM JIYANÊ BI QASÎ DI RÊYA WÊ DE BIMIRIN HEZ DIKIN’

Cûma Tak got, "Dewleta Tirk a mêtinger, di şexsê PKK'ê de bi cûntaya 12'ê Îlonê re armanc kir ku hebûna Kurd û Kurdistanê û têkoşîna azadiyê bi temamî tine bike û ji dîrokê rake.Israra di netewbûnê de, israra di gelbûnê de, israra di partîbûnê de, israra di nasnameya siyasî de, israra di mirovbûnê, birûmet û jiyana azad de. Çalakiya dîrokî li ser felsefeya “Em jiyanê bi qasî di rêya wê de bimirin hez dikin’ hate avakirin. Wekî ku Rêbertî nirxand, Berxwedana Zindanê ya 14’ê Tîrmehê; biryara neteweyekê ye, biryara rêzgirtina jiyanê ye û ji ber vê jî biryara berxwedaneke mezin e."

Tak da zanîn ku tenê bi berxwedaneke fedaî û lehengî dikare hovîtiya rejîma faşîst ji holê rake û wiha dewam kir: "Ji bo vê jî heval Kemal Pîr got, ‘Divê em bimirin'. Mazlûm, Çaran û Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê bi nîşandana vê îradeya mezin, bawerî, dilsozî û helwesta xwe ya fedekar bi çalakiyên xwe yên dîrokî, nirxên netewî, civakî, îdeolojîk û rêxistinî li hember dijmin sekinîn û bi ser ketin. Wan fêm kir ku ev şerekî mezin e ku divê bi ser bikeve. Wan dizanibû ku mirov dikare çawa mezin bi ser bikevin.  Loma jî Mazlûm, Çaran, Kemalan û Hayriyan wek PKK’iyan li ber xwe nedan; Bi gotina Rêbertî ew bûne PKK, bûne partî, bûne xet, bûne şêwazê me yê berxwedanê. Yanî her yek ji wan wek partî bi gotin û kirinên xwe nîşanî me da ku divê em çawa li ber xwe bidin, çawa xwedî lê derkevin.”

Tak wiha dewam kir: "Heval Hayrî got, "Ya herî girîng şeref û rûmeta PKK'ê ye... Ez bi hevrêyên xwe re heme û parçeyek ji gelê xwe me."  Gotinên wan nîşan dide ku çiqas ji bo partî û gel dijîn. Heval Mazlum Dogan got; ‘Çi ji destê me hat me kir. (…) Ji niha û pê de, ji bo ku berjewendî û prestîja Partiyê, çi pêwîst be em ê bikin. Ji vê gumanê nekin” û bi çalakiya xwe ya fedaî ya ji bo parastina jiyana azad û bi rûmet û parastina nasnameya siyasî û îdeolojîk a li hemberî teslîmiyet, xiyanet û bênasnamebûnê, agirê Newrozê gurtir kir û êvara 21’ê Adara 1982’an dest bi berxwedanê kir. Çaran xwediyê biryarên mezin, hişmendî û îradeya şoreşgerî bûn; Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Necmî Oner, Eşref Anyik, bi çalakiya şewitandina mezin a 18'ê Gulana 1982'an, berxwedana Mazlûman gur kirin, agirê azadiyê geş kirin.”

Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêberê me; Felsefeya ‘Jiyan yan wê azad be yan jî wê qet nebe' felsefeya bingehîn a berxwedana 14'ê Tîrmehê ye. Erka me ye ku em bi hezaran hevrêyên xwe yên êsîr bi taybet Rêberê xwe azad bikin.”