Federasyona Sendîkayên Cotkaran a Neteweyî (FNSEA) û Cotkarên Ciwan (JA) piştî hin tawîzên hikumetê ku 1'ê Sibatê roja Pêncşemê hatin eşkerekirin, roja Înê banga rakirina dorpêçiyê kirin.
Herdu sendîka ku piraniya cotkaran temsîl dikin, xwestin ku beriya Fûara Çandiniyê ya ku di navbera 24'ê Sibatê û 3'ê Adarê bê lidarxistin, 'encamên destpêkê' bêne werirtin û têkildarî paşeroja cotkaran û polîtîkaya çandiniyê qanûnek bê qebûlkirin. Sendîkayan bang kirin ku heta meha Hezîranê di asta Ewropayê de tedbîr bêne wergirtin, di rewşeke berevajî de wê çalakiyên xwe dewam bikin.
Lê belê Konfederasyona Gundiyan ku sendîkaya sêyemîn a herî mezin e, ji ber ku 'meseleya hatineya bingehîn' ji aliyê hikumetê ve yekser nehatiye nirxandin banga 'dewamkirina seferberiyê' kir.
Wezîrê Çandiniyê Marc Fesneaû ji bo piştgiriya bi rezvanan re vê Înê diçe herêmên Gard û Heraûltê.