Ciwanên TCŞ'î çalakî kirin: Azadî ji Abdullah Ocalan re

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakî li dar xist.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, komploya navneteweyî bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) danê êvarê li taxa Belle de Maî li hev kom bûn û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Di çalakiyê de bi Kurdî û Fransî dirûşm hatin qîrîn, faşîzma dewleta Tirk hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Ciwanan bi meşaleyên bi reng bala mirovên li derdorê kişandin û piştre li navenda bajêr daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in tecrîdkirî ye ku ev tecrîd şerê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn giran dike. Ji bo aştiya nava gelan jî ciwanan xwestin ku Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.