Ciwanên Kurd li Marsîlyayê ji bo Ocalan çalakî kirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên Kurd li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyek kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava "Nehêle" de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Marsîlyayê çalakiyek li dar xistin.

Ciwan êvara Sêşemê saet di 20:00 de li gîşeyên rêya Toûlonê li hev kom bûn, pankarta bi nivîsa "Rê nede jiyana bê Rêbertî" hildan û gîşe asê kirin.

Ciwanên ku wêneyên Ocalan hildan bi qîrîna dirûşman dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakgeran bang li ciwanên Kurd kirin ku bi xurtî tevlî kampanya 'Nehêle' bibin.