Ciwanên Kurd li Parîs û Marsîlya ji bo Şengalê meşiyan

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bonliya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê û bajarê Marsîlya ji bo Şengalê meşiyan.

Li dijî ‘Peymana Şengal’ a di navbera Hikûmeta Iraq-PDK’ê de hatibû îmzekirin aktivîstên TCŞ li bonliya Vîllîers Le Bel a Parîsê meşiyan.

Ciwanan saet 18:00’an li pêşiya gara trenê ya Vîllîers Le Belê dest bi meşê kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Ciwanan bi dirûşman peymana dagirkeriyê ya li ser Şengalê protesto kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Ciwanan bibîr xist ku ti biryarek derveyî vîna civaka Êzidî nayê qebûlkirin, diyar kirin ku heta peyman betal nebe wê di nava çalakiyan de bin.

Meşa ku di nava semtê de dom kir li pêşiya Navenda Civaka Kurd bi dawî bû.

MARSÎLYA

Ciwanên ku li Qada Belle de Maî ya bajarê Marsîlya ya Fransayê jî kom bûn, pankarta bi nivîsa ‘Dme hatiye; ji Abdullah Ocalan re azadî’ hildan.

Ciwanan nerazîbûn nîşanî peymana Şengal û tecrîdê da û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengal’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ qîr kirin.