Ciwanan li ber CPT’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakî kirin

Aktivîstên TŞC û TEKO-JIN ên tevgera ciwanên Kurd in, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê ya li pêşiya avahiya CPT’ê protesto kirin.

Aktivîstên TŞC û TEKO-JIN ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û erka CPT’ê bibîr bixin li pêşiya avahiya CPT’ê çalakiyek kirin.

Ciwanên ku di dema dawîbûna saetên kar ku li ber deriyê konseyê pankart vekirin, bang li CPT’ê kir ku bikevin tevgerê.

Li ser pankata bi Fransî ‘CPT bêdengî dikuje!, Tecrîdeke mutlaq li ser Abdullah Ocalan heye!, CPT ji bo rêzdayîna mafê mirovan divê nerazîbûn bên nîşandan!’ hatibû nivîsîn.

‘HETA TECRÎDA BI DAWÎ NEBE, TÊKOŞÎN WÊ BIDOME’

Ciwanan di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa me şand ev got:

“Em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Em ti dewlet û saziyên ku tevlî komployê bûne û xizmeta faşîzm dikin efû nakin. Heta pêkanîna tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me ya li Îmralî ku ji aliyê hikûmeta şerê taybet a AKP-MHP’ê ve tê domandin bi dawî nebe, Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, faşîzim ji Kurdistanê necenehime, li kû dibin bila bibin, em ê nerazîbûn nîşan bidin, bi çalakiyan têkoşîna xwe bidomînin.”